Lêpirsîna pîl û derzî li girtiyan vekirin 2018-05-12 11:37:36   EDENE - Rayedarên Girtîgeha Tîpa T a Dînarê, ji ber ku di lêgerîna qewîşan de pîl û derzî dîtin, der barê 7 girtiyan de lêpirsîna dîsîplînê vekirin.     Li Girtîgeha Tîpa T a Dînara Afyonkarahîsarê her roja diçe li ser girtiyên siyasî zext û êrîş dijwartir dibin. Abîdin Eye yê di 10’ê Gulanê de çû hevdîtina kurê xwe Bawer Eye, diyar kir ku li ser girtiyan  bi awayekê pergalî lêpirsînên dîsîplînê vedikin û bi vê dixwazin derûniya girtiyan xerab bikin.    'GARDIYAN LI DÛ PROVOKASYONÊ NE'   Bav Eye, di dewama axaftina xwe de wihat got: “Kurê min di hevdîtine got ‘Gardiyan dibin banvê lêgerînê de her 15 rojan carekê, bi hincetên cûda êrîşî me dikin. Em 7 heval li vê derê dimînin. Em tim rastî êrîşên fîzîkî û derûnî tên. Di lêgerînên berê de dest danîn ser rodya, pirtûk û gelek amûrên me yên din. Di lêgerî dawî de pîrl û derzî dîtin. Ji ber vê yekê derbarê me de lêpirîsan dîsîplînê vekirin. Gardiyan tim li dû provokasyonê ne.’”   'BILA ÊRÎŞ Û ZEXT BI DAWÎ BIBIN'   Bav Eye, da zanîn ku ji bo vê rewşê serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Edeneyê dane û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dixwazin êrîş û zextên li ser girtiyan êdî bi dawî bibin. Ji xwe gardiyan pîl û derziyan didin girtiyan. Ji bo vê yekê ceza dayîna girtiyan nayê qebûl kirin. Êrîşî girtiyan dikin, weke ku ev ne bes be, doz li wan vedikin. Em çûn ÎHD’ê û me serlêdan kir. Em dixwazin ev êrîş û zext bi dawî bibin.”