Akademîsyen Guney: HDP dê bibe remza rûmetê 2018-05-12 11:36:53   ENQERE - Akademîsyen Atîlla Guney, diyar kir ku serkeftina HDP’ê ya 2015'an îtîfaqa Cumhur û millet aciz kiriye û wiha got: "HDP nebû perçeyekî îtîfaqa nijadperest û olperest a şoven. Ji ber vê yekê HDP dê bibe  remza rûmeta pêşerojê."    Hîndekarê Zanîngeha Mêrsînê Prof. Dr. Atilla Guney ê ji ber danezana aştiyê ya "Em nabin şirîkê vî sûcî" îmze kir û hat îxrackirin, polîtîkayên îtîfaqa AKP-MHP'ê û polîtîkaya HDP'ê ji Ajansa me ya Mezopotamya (MA) re nirxand.    Akademîsyen Atilla Guney, diyar kir ku di diroka Tirkiye de hilbijartinên pêşwext an ji ber krîza siyasî an jî ji ber krîza aborî pêk tên û niha herdu krîz jî di rojeva Tirkiye de ne. Guney, anî ziman ku berî her tiştî di nava AKP’ê de krîz heye û wiha got: "AKP bi xêra pereyên germ wisa mezin bû. Li ser rant, îhale û ruşwetan xwe wisa mezin kir. Lê ji ber bi hormonan mezin bû êdî bedena wê xera dibe. Di demên dawî de niqaşên 'Em dê deng bidin reîs. lê em deng nadin partiyê' delîla vê yekê ye. Dîsa AKP krîza siyasî dijî. Gotinên wê yên ewil û niha li dijî hevin. Xwe niha wekî mexdûr nîşan dide. Lê êdî polîtîkaya ku pê bi xapîne qediya. Ji ber vê yekê krîza siyasî dijî. Êdî îtîfaqa bi MHP'ê re jî kar nake. Krîza din jî ya aborî ye. Niha Dolar û Euro her ku diçe li hemberî TL bilind dibe. AKP ji ber vê yekê biryara hilbijartinê stend."    ÎKTÎDAR PIŞTÎ WINDA BIKE JI TIŞTA BÊ SERÊ WÊ DITIRSE   Guney, destnişan kir ku dema mirov li tabloya heyî binere kijan partî be dê bixwaze ku enkaza hiştiye dewî partiyek din bike, lê îktîhara heyî ji ber ku ditirse hesabê vê yekê bide naxwaze dewrî partiyek din bike. Guney, da zanîn ku demek dirêj e pergala faşîzmê heye û wiha got: "Her çend CHP xwe li pişt laîklîkê biparêze jî helwesta wê û AKP'ê ji hev ne cudatir e. Mirov nikare CHP’ê wekî partiyek çepgir pênase bike. "   Guney, bal kişand ser îtîfaqên tên avakirin û wiha berdewam kir: "Îtîfaqên ku tên avakirin li ser şofenîzma nijadperest û olperest tên avakirin. Her çend HDP'ê nexin nava xwe jî, her çend HDP bendê derbas bike an derba neke jî dê HDP di dîroka Tirkiye de  bibe remza rûmetê. Ji ber ku HDP'ê di van îtîfaqan de cih negirtiye bêtir bi xêrt e. Dê nebe perçeyê şovenîzma nijadperet û olperest. "   SERKEFTINA HDP'Ê YA 2015'AN ÎKTÎDAR ZÊDE ZÊDE ACIZ KIRIYE   Guney, destnîşan kir ku serkeftina HDP’ê ya 2015'an îtîfaqa Cumhur û millet aciz kiriye û wiha got: "HDP nebû perçeyekî îtîfaqa nijadperest û olperest a şoven. Ji ber vê yekê HDP dê bibe  remza rûmeta pêşerojê. HDP'ê di hilbijartina Hezîrana 2015'an de serkeftinek gelek mezin bi dest xist. HDP'ê li Hemû aliyên Tirkiye deng stendin. Li Stenbolê 1.5 milyon deng sten. Bêtir deng ji kesên xizan, ên hatine wêdekirin û mafê wan ji destê wan hatiye girtin deng sten. Ji heremên Cihanbeyli, Kulu, Şereflikoçhisar, Bala, Haymana dengekî gelek zêde girt. Tirkiye bû HDP.  Vê yekê îktîdar û pergala berê aciz kir. Ji ber vê yekê hilbijartina 1'ê mijdarê pêk anîn. Bi hevkariya CHP’ê destnedayîna wekîlan rakir. Piştî vê hewldana îtîfîqan niha zêdeyî 10 hezar endam, rêveber, aktivîst, hevserok, hevşaredar û parlamenterên HDP'ê hatin binçavkirin û hatin girtin. CHP'ê jî ev yek temaşe kir. Ji AKP'ê zêdetir, CHP ji encama hilbijartina 7'ê Hezîranê tirsiya ye. Îtîfaqên ku niha tên çêkirin û HDP'ê li dervê vê yekê dihêlin jî encama vê serkeftina HDP'ê ya 7'ê Hezîranê ye. Sedema ku HDP li dervê îtîfaqê hiştin tirsa CHP’ê nîşan dide. Li gorî min hilbijêrên ku heta niha dengê xwe didan CHP'ê û îtîfaqan dê ji niha û şunde helwesta xwe biguherînin."     ' BINGEHA AVAKIRINA VAN ÎTÎFAQAN LI DIJÎ PIRSGIRÊKA KURD E'     Akademîsyen Guney, herî dawî bal kişand ser pirsgireka kurd û wiha gok; "Sedema avakirina van îtîfaqan pirsgirêka kurd heye. Ji sala 1980’an heta niha nêzî 25 salin pirsgirêka kurd siyaseta Tirkiye diyar dike. Helwesta li dijî HDP’ê jî dixwazin wê wêde bikin. Ev perçeyek siyaseta lîncê ye. Aşkere HDP'e lînç dikin. Tevî hemu lîstik, îtîfaq û hîleyan nikarin dengê HDP’ê kêm bikin. Dijberî vê yekê denge HDP'ê her ku diçin zêde dibin. Li dijî kurdan bi awayekî aşkere Rewşa Rêveberiya Awerte û OHAL Heye.  Ger ku hilbjartin di nava şert û mercên erênî de pêk bên hilbijêrên kurd dê bersîvek xurt bidin.    MA / Berivan Altan