Li Efrînê studyoya wêneyan kirin Qesepxaneya Guta 2018-05-12 11:17:50   EFRÎN - Komên selefî yên bi hevkariya Tirkiyeyê ketin Efrînê û talan kirin, studyoya wêneyan a li pêşberî bajêr kirin Qesepxaneya Guta ya serjêkirin deveyan.    Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û Komên OSO yên hevkarên wan piştî ketin Kantona Efrînê ya Bakurê Sûriyeyê, hewl didin demografiya wê biguherin. Komên selefî yên bi piştgiriya Tirkiye û Rusyayê ji Gutayê hatin derxistin û anîn Efrînê, mîrasên çandî û dîrokî wêran kirin û dest danîn ser malên Efrîniyan. Li şûna dikanên talan kirin, dikanên nû vedikin. Komên selefî yên ketin Efrînê studyoya wêneyan a binavê “Studya 23” dihat zanîn, veguherandin Qesepxaneya Guta ya serjêkirina deveyan. Navê kargehê kirin Qesepxaneya Guta. Deveyên li ber derî li benda serjêkirinê hatibûn rawesdandin, ketin ber objektîfa wênekêşê.