Ji ber xwendekarên dibistanê karwana HDP'ê silav kirin, li mamosteyan lêpirsîn vekirin 2018-05-12 10:13:47   ŞIRNEX - Midûran der barê mamosteyên ku xwendekarên wan ji polan derketin pêş konvoya HDP’ê ya ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Cizîrê gel ziyaret kir, bi nîşaneya serketinê pêşwazî kiribûn, lêpirsîn vekirin.    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî û parlamenterên pêre, di çarçeveya hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê de, li navçeya Cizîrê ya Şirnexê gel ziyaret kiribû. Berî hevdîtinê, li taxa Yafes a navçeyê, konvoya ji dehan wesayîtan pêk hat, ligel Temellî û yên pêre li navçeyê geriyan û tur avêtin. Xwendekarên Dibistana Seretayî û Navîn ên Valî Akmîl Acun ji polên xwe derketin û bi nîşaneya serkeftinê konvoya HDP’ê silav kiribûn.    ‘ME NEKARÎ ASTENG BIKIN’    Piştî Temellî û yên pêre ji bajêr veqetiyan û  şûn de, bi fermana Midûryeta Perwerdê ya Mîlî ya Navçeyê darbarê hin mamosteyên zarokên ji polan derketin û ji bo konvoya HDP’ê nîşaneya serkeftinê kirin de, lêpirsîn hat vekirin. Hat diyar kirin, rayedarên dibistanê ji bo pêşkêşî Midûryeta Perwerdê ya Mîlî ya Navçeyê bikin, girteka “Ligel hemû hewldanan me nekarî em xwendekaran asteng bikin” girtin.    Hat destnîşan kirin ku piştî lêkolînê, derbarê mamosteyekê ji Konyayê de lêpirsîna hatiye vekirin.