Roja Dayîkan li ser gora kurê xwe pêşwazî dike 2018-05-12 09:42:31 AMED - Hayriye Dogan a di Roja Dayîkan de kurê xwe di pevçûnekê de winda kir, her sal di Roja Dayîkan de diçe ser gora wî û Roja  Dayîkan pîroz dike. Dogan a li tenişta gora kurê xwe, gora xwe kolayî, li bendê ye bi giheje gora 2 kurên xwe yên din ên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane.  Hayriye Dogan ku 3 kurê wê di dîrokên cûda de beşdarî PKK’ê bûne, roja dayikan li ser gora zarokên xwe pêşwazî dike. Dogan a 3 kurê wê jiyana xwe ji dest dane, tenê dikare xwe bigihîne gora kurekê xwe. Dayîka 9 zarokan Hayriye Dogan a 80 salî, her sal berî Roja Dayîkan dibeze ser gora kurê xwe Fahrettîn Dogan a li goristina Amedê. Ji ber ku 10’ê Gulanê roja kurê wê jiyana xwe ji dest daye. Dogan li kêleka gora kurê xwe, ji bo xwe gor kolan diye. Dogan, diyar kir ku di vê rojê de ji xeynî êşê zêdetir tiştek din nayê bîra wê û wiha axivî: “Min kurê xwe di maleke ku kolan dûr mala min di pevçûnêkê de winda kir. Di heman salê de, 2 kurê min ên din beşdarî PKK’ê bûn. Di Roja Dayîkan de min bi destên xwe kurê xwe spart axê. Di her Roja Dayîkan de çavên min li rêye li benda zarokên xwe dimînim. Min cenazeyê kurekê xwe hembêz kir û sipart axê. Ez tu carî ji bîr nakim, wê rojê Roja Dayîkan bû. Min xwarî guhê kurê xwe kir û got ‘Kesên din kulîlk dan dayîkên xwe, xelat dan wan. Te jî îro xwe kir xelat û da min.’ Min kurê xwe di hembêza xwe de sipart axê.”    ‘MIN CENAZEYÊ KURÊ XWE HEMBÊZ KIR Û KIR GORÊ’   Dogan, anî ziman ku wê kurê xwe Fahrettîn di sala 1997’an de li Amedê di taxeke jorê mala lê dirûnişt winda kir û wiha got: “Hêzên taybet operasyon pêk anîn û kurê min kuştin. Ez wê demê li malê bûm. Keça min çûbû mala birayê xwe yê mezin û gotibû ‘Fahrettîn li wire.’ Ez demildest ji malê derketin û çûm wê derê. Polîsan hemû der dorpêş kiribûn û destûr nedan min. Min pirsa ‘Li vir çi bûye’ kir. Kesên li wêderê gotin ‘du terorîst ketina vê malê.’ Nedizanîn ez kêm. Cenaze birin û ez jî dûv çûm. Ez ne digiriyam, min qîr û hawar nedikir. Wan jî ji min tiştek fam nekiribûn. Serê sibê ez çûm ÎHD’ê û min got ‘ezê çawan kiribûm cenaze bigirim?’ Wê demê Osman Baydemîr nû bûbû parêzer û di ÎHD’ê de dixwebitî. Dûre em çûn morgê. Mela cenaze şûştibû. Ji min re got ‘min bi zorê şûşti, tim xwîn jê dihat.’ Me cenaze girt. Min cenazeyê kurê xwe hembêz kir û sipart axê. Mirov nikare vê êşê bîne ser ziman.’   ‘QEDERA HEVPAR A DAYÎKÊN KURD’    Dogan, a wêneyê kurê xwe Fahrettîn û kurên xwe yên cihê gora wan nizane Abdulkadîr û Mehmet Alî di gerdana stûyê xwe vedişêre, da zanîn ku tim çavên wê li rêya zarokên wê ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Zarokên min hîna pir ciwan bûn, ji ber zilam, îşkence, girtin û binçavkirinên dewletê li dû hev çûn. Li ser vê erdnîgariyê qedere dayîkên Kurd hevpare. Hemû hesreta gorên zarokên xwe mane. Ji bo xwîna tê rijand êdî raweste divê hemû kes destê xwe bixwe bin kevir. Êşa kezebê ya hemû dayîkan yeke. Ez naxwazim dilê dayîkan bişewite. Ji ber ku min ew êş kişand. Di Roja dayîkan de min şehadeta kurê xwe û cenazeyê wî girt. Wê rojê min jî gora xwe li kêleka ya  wî kola.”    MA / Esra Solîn Dal