Lêpirsîna li parêzerê tev li daxuyaniyê nebû vebû, betal bû. 2018-05-12 09:13:50 AMED – Li Amedê li dijî operasyona Efrînê 77 partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û pîşeyî daxuyaniyeke hevpar dabûn. Rêveberê DBP’a Amedê Parêzer Yakûp Demîr yê tev li daxuyaniyê nebûbû, lê dîsa lêpirsîn li wî vekiribûn. Piştî demekê biryara neşopandinê dan.  Di 18’ê Adarê de li Amedê nûnerên KCD, HDP, DBP, DDKD, tevgera Azadî, ESP, OSP, EMEP’ê jî di nav de 77 partiyên siyasî, rêxistin civaka sivîl û pîşeyî li dijî operasyona Efrînê ku ji aliyê TSK û OSO’yê ve hatibû destpêkirin daxuyaniyeke hevpar dabûn û bertek nîşanî operasyonê dabûn.    DOZGER BIRYARA NEŞOPANDINÊ DA    Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê kesên tev li daxuyaniyê bûn bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêprisînê de ji kesên tev li daxuyaniyê bûbûn hin jê hatibûn binçavkirin û hin jê jî ji bo îfadeyê emniyetê gazî wan kiribû. Rêveberê DBP’a Amedê Parêzer Yakûp Demîr ku tev li daxuyaniyê nebûbû, der barê wî de jî lêpirsîn hat destpêkirin û dozger wekî gumanbar îfadeya wî girt. Lê belê dozger paşê der barê Demîr de biryara neşopandinê da.    Demîr biryara hat dayîn nirxand û got: “Ez tev li vê civînê nebûbûm, lê dîsa jî der barê min de lêpirsîn hat destpêkirin û ji bo îfadeyê gazî min kirin. Her çend min daxwaz nekir jî, lê der barê beşdarbûyîna min de tu delîl nehatin berpêşkirin. Eger tev li vê civînê bûbûm jî, wisa difikirim ev yek ne sûc e. Ev civîn di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de tu unsûreke sûcî nahebîne.” Demîr, anî ziman ku ew  tev li civînê nebûye, lê dozger wekî gumanbar ji bo îfadeyê gazî wî kiriye û ev yek jî nîşan dide ku dema lêpirsîn tê birêvebirirn bê çi qas serobero tê kirin.   Demîr diyar kir ku ew ê ji ber vê mexdûriyetê doza tazmînatê bike.