‘Di şertên neyînî û OHAL'ê de jî em ê bi ser bikevin’ 2018-05-12 09:11:27 EDENE – Parlementera HDP’ê ya Bedlîsê Mîzgîn Irgat, diyar kir ku di şert û mercên Rewşa aware û neyînî de dê dîsa jî HDP di hilbijartinê de bi ser bikeve û got: “Kurd û HDP’ê nehatin hesibandin. Bawerim dê gelê Tirkiyeyê yê vê rewşê baş dibîne dê bersivê bide.”  Parlementera HDP’ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgat îtifaqa AKP-MHP’ê, Îtifaqa CHP-Partiya ÎYî-SP-DP’ê û biryara hilbijartina zordest û sekna HDP’ê nirxand.    'HDP Û KURD NEHATIN HESIBANDIN’    Irgat bi bîr xist ku di hilbijartina zordest de 2 îtifaq hene û li hemberî vana HDP heye. Irgat diyar kir ku dê partiya gelan HDP beriva herdu blokan bide û got: “Jixwe ne mumkun bû ku HDP di nav îtifaqa cumhûrê de cih bigire. Cihgirtina di nav bloka dudoyan de îhtimal bû. Nîqaşên di vî warî de hatin kirin û taliyê nelihevkirinek rû da. Di encamê de HDP û kurd nehatin hesibandin. Bawerim dê gelê Tirkiyeyê yê vê rewşê baş dibîne dê bersivê bide.”    Irgat, destnîşan kir ku ev lîstik hewldanên ku ji bo HDP bendavê derbas neke. Irgat bi lêv kir ku ev yek ji berdewamiya feraseta tekparêz û înkarê ya ji dema Osmaniyê maye û got: “Di vî warî de hemû partî li eyarên xwe yên fabrîkayê vegeriyan.” Irgat diyar kir ku bi vî awayî tê xwestin ku di 24’ê Hezîranê de HDP nekeve parlementoyê û 80-100 parlementerên HDP bikişînin nav herdu blokan. Irgat anî ziman ku baweriya wan ew e ku dê namzetê wan ê serkomariyê Selahattin Demirtaş di girtîgehê de jî bi serketinê ji derheqê şert û mercên Rewşa Awarte û yên neyînî derkeve.    ‘DAWIYA AKP’Ê YE’    Irgat, bi bîr xist ku HDP di 7’ê Hezîranê de jî di şert û mercên neyînî de bendav derbas kiriye û ew ê di 24’ê Hezîranê de jî bendavê derbas bikin û ew ê li hemberî îtifaqên qirêj bi daxwazeke xurt a demokrasî û azadiyê derkevin. Irgat diyar kir ku dê di vê hilbijartinê de dawiya AKP’ê bê.