ROJEVA 12'Ê GULANA 2018'AN 2018-05-12 09:00:12   * Rojnamevan Devrîm Ayik ku bi şertê cezayê “hepsa malê” hat berdan, diyar kir ku pençeşêra kolonê ya lê peyda bûye di girtîgehê de girantir bûye û got: “Ma kesekî di hepsa malê de dê çawa tedawî bibe?”    * Hayriye Dogan a di Roja Dayîkan de zarokekê xwe di pevçûnê de winda kir, her sal di Roja Dayîkan de diçe ser gora kurê xwe. Dogan a li kêla gora kurê xwe, ji bo xwe gor kulayê, li bendê ye bi giheje gora 2 zarokên xwe yên din ên pevçûnan de winda kirin.    * Nûnerê SHD’ê yê Herêma Egeyê Kamîl Kartal diyar kir ku 4 sal di ser komkujiya Somayê re derbas bûne, lê belê hîn jî şidet, çewisandin û gefa li ser karkeran didome. Kartal got, pêkanînên li ocaxên madenan nîşaneya komkujiyên nû ne.    * Parlementera HDP’ê ya Bedlîsê Mîzgîn Irgat, diyar kir ku di şert û mercên Rewşa aware û neyînî de dê dîsa jî HDP di hilbijartinê de bi ser bikeve û got: “Kurd û HDP’ê nehatin hesibandin. Bawerim dê gelê Tirkiyeyê yê vê rewşê baş dibîne dê bersivê bide.”    * Sewalvanan diyar kir ku di 30 salên dawî ew bi serdemeke evqasî xirab re rû bi rû nemane û got: “Kesên zozanên me qedexe dikin, fiyetê ka û mazotê zêde dikin, em ê di 24’ê Hezîranê de li ser sindoqan bersiva wan bidin.”    * Li Şemzînanê pira ku di hilbijartinan de sozên çêkirina wê hat dayîn û bi 400 hezar lîreyî hat çêkirin, niha li ber hilweşandinê ye.    * Li Amedê li hemberî operasyona Efrînê 77 partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û pîşeyî daxuyaniyeke hevpar dabûn. Rêveberê DBP’a Amedê Parêzer Yakûp Demîr ku tev li daxuyaniyê nebûbû jî der barê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin û di lêpirsînê de der barê wî de biryara neşopandinê hat dayîn.    * Welatiyên li Sûrê ku bi zorê malên wan ji wan hatin stendin û hatin îstimlaqkirin, serî li AYM’ê dabûn. Piştî ku AYM’ê îtiraza wan red kir, welatiyan bertek nîşanî biryara AYM’ê da. Welatiyan got bi vê biryaraê dewletê nêzîkatiya xwe ya ji bo gelê Sûrê tesdîq kiriye.    * Li Amedê di hilbijartina 7'ê Hezîranê de 141 kesan ji bo bibin namzet serlêdan kiribûn. Ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê 234 kesan serî li HDP'ê dan.    * Ajokarên TIR'an ên li Sîlopiyê diyar kirin ku berê mehê 3 hezar TL qezenç dikirin, lê ji ber geşedanên dawî niha mehê 400 TL pere qezenç dikin û di dema dawî de 175 ajokar ji ber çixare zêde kirîne rastdî cezayê pereyan hatine.      * Tuna Belkevîç ê di 16'ê Nîsane de ji Enqere dest bi "Meşa xwişk û Biratiyê" kir û gihişt Amedê dê der barê meşa xwe de li Mînareya Çar Ling a Sûra Amedê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.00)    * Dayikên Şemiyê yên Stenbolê dê di hefteya 685'an de çalakiya lêgerîna edaletê li qada Galatasarayê berdewam bikin. (12.00)    * Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dê li avahiya İHD'ê çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" dê ldi hefteya 483'an de berdewam bikin. (12.00)    * Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dê 15'emîn Kongreya xwe li salona Konferansê ya DESOB'ê pêk bîne. (13.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Mamakê dê li avahiya HDP'ê ya Mamakê şahiya ijnan pêk bîne. (13.00)   * Xizmên winda û Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê dê li pêş avahiya Serokwezîrtiyê ya Konkanê aqûbeta windayan bipirsin. (13.00)   * Komisyona Girtiyên Nexweş a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê çalakiya "Rûniştina F" di hefteya 320'an de li Qada  Galatasarayê berdewam bikin. (13.30)   * Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Êlihê dê li Heskifê bi daxuyaniyê starta hilbijartinê bide. (14.00)   * Hevserokê Gişî yê HDP'ê Sezaî Temellî dê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê bi xebatkarên çapemeniyê re bê cem hev û piştre tevli Kongreya HDP'ê ya Îzmirê bibe. (11.00- 18.00)   * Endamên Înîsiyatifa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, dê li şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (18.00)