Li Iraqê hilbijartina parlamentoyê dest pê kir 2018-05-12 08:36:04 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Herêma Kurdistanê û Iraqê dengdayîna ji bo hilbijartina parlamentoya Iraqê destpê kir. 24 milyon 349 hezar û 357 hilbijêr wê ji bo 329 parlamenteran deng bidin.  Hilbijartinên serdema 4’emîn a Parlamentoya Iraqê destpê kir. Hilbijartinê saet di 07.00’an de destpê kir. Gel ji bo dengê xwe bide diçin ser sindoqan. Li gorî zanyariyên Komîsyona Hilbijartinê dengdayîn dê heta saet 18.00’an bidome. Li Herêma Kurdistanê û seranserê Iraqê 24 milyon 349 hezar û 357 hilbijêr dê li 8 hezar û 959 navend û 55 hezar û 232 nuqteyan deng bidin. Di hilbijartinan de 6 hezar û 904 namzet wê ji bo 329 kursiyên parlamentoyê bikevin pêşbirkê. Li Kurdistan û Iraqê bi giştî 320 hêz û hevpeymanên siyasî bi 88 lîsteyan dikevin hilbijartinê. Ji vana 215 jê partiyên siyasîne, 27 jî kaolîsyon in. 328 kursî li ser 18 parêzgehên Iraqê dabeş dibe. Li gorî vê yek3ê Bexda 71 kursî, Mûsil 34, Besre 25, Zîqar 19, Silêmanî 18, Babil 17, Hewlêr 16, Enbar 15, Diyale 13, Kerkûk 12, Necef 12, Dihok 12, Selahedîn 12, Kerbela 11, Wast 11, Dîwanye 11, Mîsan 10, Musenaş 7 kursî.   DÊ LI HERÊMA KURDISTANÊ 46 PARLAMENTER BÊN HILBIJARTIN    Ji hilbijêran 3 milyon 144 hezar û 730 kes li parêzgehên Herêma Kurdistanê (Dihok, Hewlêr û Silêmaniyê) deng bidin. Li Herêma Kurdistanê jî 503 namzet li ser navê 25 lîste û hevpeymanan dikevin pêşbirkê.  Li gorî zagona Iraqê di hilbijartinan de ji sedî 25 kotaya jin heye. Di nava namzetan ên Iraqê de 214, li Herêma Kurdistanê jî 146 namzetên jin hene. Li parlementoya Iraqê kotaya bawerî û pêkhateyên kêmar jî 9 e. Ji vê kotayê 5 Xiristiyan, yek Êzidî, yek Sabiî, yek Şebek, yek jî Kurdên Feylî ye.   Ji bo dengdana hilbijartinên Parlamentoya Iraqê sindoqên elektronî tên xebitandin. Her dema ku dengdêr dengê xwe bikaranî wê yekser bi rêya înternetê ji bo komîsyona hilbijartinê ya Bexda were şandin. Wê bi rêya van sindoqan demek kurt encamên hilbijartinê bên eşkere kirin. Cara yekeme ku Iraq derbasî pergala hilbijartinê ya bi elektronîk dibe. 4 hezar rojnamevan jî dê li ser dezgehên fermî yên Iraq û saziyên çapemeniya navnewî hilbijartinan bişopînin.   Ji bo hilbijartin di rewşeke bi ewle de derbas bibe komîsyona hilbijartinê 74 hezar 646 çavdêr hatine erkdar kirin. Partiyan jî 133 hezar 415 kes ji bo çavdêriya sindoqan erkdar kirine.