Midûra Karên Nivîsan ya Ozgur Gundemê Reyhan Çapan hat girtin 2018-05-11 17:06:18   STENBOL - Midûra Karên Nivîsan a Rojnameya Ozgur Gundem a bi KHK'ê hat girtin, Reyhan Çapan, piştî hat binçavkirin, hat girtin.    Midûra Karên Nivîsan a Rojnameya Ozgur Gundemê Reyhan Çapan, duh li navçeya Hopa ya Artvinê hat binçavkirin. Çapan ku bi sedema der barê wê de biryara binçavkirinê heye hat binçavkirin. Çapan, piştî lêpirsînê, sewqî Dozgeriya Komarê ya Hopa kirin. Ji wir jî sewqî dadgehê kirin. Heyeta dadgehê jî bi sedema der barê wê de salek û 3 meh ceza hatiye erêkirin biryara girtinê da û şandin girtîgehê.    17’emîn dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê der barê Çapan de bi îdîaya “propaganda rêxistinê kiriye" Salek û 3 meh ceza dabû. Dadgeha Îdarî ya Herêmê ya Stenbolê der barê Çapan de biryara girtinê dabû. Gelek cezayê li Çapan hatibûn birîn jî kiribûn cezayê pereyan.    Çapan de di rojên pêş de bişînin Girtîgeha Servekiri ya Jinan a Sêwasê.