YSK’ê serlêdana li dijî namzetiya Demîrtaş red kir 2018-05-11 16:58:14   ENQERE – Serlêdana Sekreterê Giştî yê Wezareta Parastinê yê berê Umît Yalim ku ji bo namzetiya Selahattîn Demîrtaş betal bibe, li YSK’ê da hat redkirin.    Sekreterê Giştî yê Wezareta Parastinê yê berê Umît Yalim ji bo ku namzetiya Selahattîn Demîrtaş ê girtî betal bibe serî li Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) da. Yalim di daxwaznameya xwe ya da YSK’ê de cih da wêneyê Demîrtaş ên bi rêveberên PKK’ê re jî. Xwest namzetî betal bibe, lê YSK’ê serlêdanê red kir.