Derûnînas Yilmazçetin: Ji ber OHAL'ê zengilê mirovan her dem vekiriye 2018-05-11 15:21:06   STENBOL –  Derûnînas Ceyda Yilmazçetin, bal kiyand ser rewşa OHAL’ê û diyar kir ku ji ber şertên OHAL'ê zengilê mirovan her dem vekiriye û her dem dibe ku li elermê bide û wiha got: "Kengî li ku çi bibe ne diyar e. Ji ber vê yekê zengilê elermê yê mirovan her dem vekiriye.    Komeleya Mafên Civakî (SHD), li Şaxa Buyukkent a Stenbolê ya Odeya Mîmaran a TMMOB'ê "Sempozyuma Bajar a Mafên Civakî" ku 2 rojan bidome pêk anî. Sempozyumunê, bi axaftina vekirinê dest pê kir. Seroka Giştî ya SHD'ê Melda Onur Prof. Dr. Ayşe Bugra axaftina vekirinê kir.    'MÎNAKA HERÎ MEZIN SOMA Û ALADAG E'    Seroka Giştî ya SHD'ê Melda Onur, diyar kir ku dema maf tê gotin li hiqûqnas dibêjin “Nesîle yekemîn" û wiha got: "Lêgerîna gelek mafan li ser vê yekê tê kirin. Yek ji mafên ku em lê bigerin ‘Nesîlê sêyemîn" e. Dema em li rûpelek rojnameyê dinerim em herî kêm 5-6 mexdûrên mafê civakî dibînin. Ev bi xwe cînayeta mafê civakî ye. Ev dê rê li pêş faciayek pir mezin veke. Mînaka herî mezin ya vê yekê bûyerên li Soma û Aladagê ye."     DIVÊ YÊN CUDA NEYÊN PAŞGUHKIRIN   Di sempozyumê de Prof. Dr. Ayşe Bugra jî diyar kir ku mafên sivîl, siyasî û civakî hev temam dikin û wiha got: "Dema qala mafan bê kirin divê kesên cuda neyên paşguhkirin. Têgeha wekheviyê têgehek pir dijwar e."    Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) û pisporê derûniyê Sezai Berber diyar kir ku îro mirov  bi awayekî xwe digînin xizmetên tenduristiyê û wiha got: "Lê gelo dikarin derman bibin. Divê mirov li dermankirinê binerin. Beriya ku AKP bê ser îktîdarê li Tirkiye rêjeya ku mirov xwe bigîne xezmeta tenduristiyê 3.1  bû. Lê niha 8.3-9 e. Şîn û definkirina mirovan yek ji kevneşopî û çanda mirovahiyê ya herî kevn e. Lê di civaka me de şîngirtin pir bi pirsgirêk e. Dîroka erdnîgariya me dîroka travma û êşan e. Şîngirtina vê travmayê êşek mezintir e. Li dervê welat pişti travma kesan digirin cihekî ewle. Li ser wê travmayê 3  pirtûk tê nivisandin û 5 film tên kişandin û piştre li ser wê dixebitin.    JI BER OHALÊ HER DEM LI ZENGIL DIXIN   Derûnînas Ceyda Yılmazçetin jî bal kişand ser mafê mirovan ên bingehîn û wiha got: "Dema em qala travma dikin em travma nejîn. Em li ser vê axê her dem rastî rêveberiyên travmatik tên. OHAL'a ku niha didome, dibe sedem ku her dem zengilê mirovan lê bide. Ji ber ku mirov nizane dê kengî ji ku derkeve. "