HDP’a Îzmîrê starta hilbijartinê da 2018-05-11 14:55:52   ÎZMÎR – Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê starta hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê bi daxuyaniyek çapemeniyê da.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê starta xebatên hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê bi civînek çapemeniyê li avahiya nû ya partiya xwe da. Sibê dê ev avahiya nû bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî pêk bê. Hevserokê HDP’a Îzmîrê Çerkez Aydemîr daxuyanî da û destnîşan kir ku ew bi rihê hilbijartina 7’ê Hezîranê xwe ji hilbijartina 24’ê Hezîranê re amade dikin û li gel hemû zext, êrîş, binçavkirin û girtinan jî dê xebatên xwe bidomînin û dê serkeftin bibe ya wan. Aydemîr da zanîn ku Îzmîr bajarê hemû netewan, yên tên cudakirin, bindest û baweriyan e û ew ê ji îro şûn ve dakevin qadan û kolan bi kolan xebatan bimeşînin.    Piştî Aydemîr, Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Bedriye Yorgun jî diyar kir ku dê ev hilbijartin bibin dawî anîna zilmê û zordestiyê û ew ê hemû xebatên xwe li ser vê bingehê birêve bibin.