2'yemîn Rojên Fîlmên Ekolojîk dest pê kir 2023-09-22 20:54:40   AMED- Komeleya Ekolojiyê bernameya 2'yemîn Rojên Fîlmên Ekolojîk li dar xist.    2'yemîn Rojên Fîlmên Ekolojîk ku ya yekemîn li Amedê di 2020’an de hatibû lidarxistin, îro li Cafeya Çanda Hewş a servekirî dest pê kir. Gelek kes tevlî bernameyê bûn. Bername bi sê beşan pêk hat û di serî de fîlmê kurt yê bi navê "Amîna",  di beşa duyem de jî "Xweza" û beşa sêyemîn de jî "Krîza Xurek û Çandê" hat nîşadan.   Endama Komeleya Ekolojiyê Elîf Çoban der barê Rojên Fîlmên Ekolojîk de axivî û da zanîn ku wê sê rojan brename bidome û banga tevlibûnê kir. Çobanê da zanîn ku dê bernameya wan rojên şemî û yekşemê di navbera 19.00 û 22.00’an de bê lidarxistin.    Aktîvîsta ekolojiyê Leyla Çîte jî axivî û ji bo hemû kesên alîkarî dane wan spasî kir. Piştî axaftinan nîşandana fîlman dest pê kir.