Polat a ku çû îfadeyê bide hate binçavkirin 2023-09-22 13:02:36   STENBOL - Endama Koordînasyona Navendî ya OGK’ê Berfîn Polat, li Edliyeya Çaglayanê ya ku ji bo îfade dayînê çûyê hate binçavkirin.    Jinên Ciwan ên Azad (OGK) li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal ragihandin ku endama wan Berfîn Polat, li Edliyeya Çaglayan a Stenbolê ku ji bo îfade dayînê çûyê hatiye binçavkirin. OGK’ê di peyama xwe de wiha got: “Têkoşîna me ya azadiya jinan bi êrişan nikare were astengkirin. Bila Berfîn Polat were berdan.”