Ji bo komên ji Gutayê bar kirin, li Efrînê kamp ava kirin 2018-04-19 10:27:17   EFRÎN -  AFAD’ê ji bo komên ji Guta û Duma tehliye kirin, li Efrînê kamp ava kirin. Kampa hatî avakirin ket ber objektîfên ajansa Mezopotamya (MA).   Tirkiye ku dixwaze li ser axa Efrînê kurdekê bi tenê jî nehêle, ji bo bicih kirina malbatên komên OSO yên selefî lez dan xebatên xwe. Ji bo malbatên komên OSO yên selefî ku dixwazin wan li ser axa Efrînê bi cih bikin, li Efrîn, navçeya Cindirêzê û nêzî gundê Dêr Balut ji bo bi hezaran kesan kampa tê avakirin.   Kamp ji aliyê AFAD’ê ve tê avakirin û destpêkê dê malbat û komên OSO yên selefî yên ji herêmên Guta û Duma hatin tehliyekirin dê bi cih bikin. Hat diyar kirin ku kar û barên barkirinê berdewam dikin. Hat destnîşan kir ku dê kampên nû jî bên avakirin. Kampa li nêzî gundê Dêr Balut hatî avakirin ket ber objektîfên Ajansa Mezopotamya (MA). Di wêneyan de jî xuya dike ku kon hatine vedan û vedana kona berdewam dikin.