Karkerên li Çelê li petrolê digerin wisa tên parastin! 2018-04-19 09:10:08 COLEMÊRG- Karkerên girêdayî Ofîsa Petrolê ya Tirkiyeyê ku li Çelê tespîta çavkaniyên bin erdê dikin, bi awayekî taybet tên parastin. Berê jî hatibû îdiakirin ku kesên çekdar ên bi kincên karkeran dixebitîn polîs û cerdevan bûne.  Li Çelêya Colemêrgê û navenda bajêr, karkerên ku ji bo tespîta çavkaniyên binerdê qablo bi cih dikirin, çekên lûledirêj li ser wan bûn. Bi dehan karkerên ku ji Taxa Bêlatê ya navçeyê ber bi navenda Colemêrgê pîvanê dikin, gundên derdorê ji ber wan diqilqilin. Hat hînbûn ku karkerên ku bi wesayîtên luks tên guhastin û carinan jî bi wesayîtên zirxî tên parastin, girêdayî Ofîsa Petrolê ya Tirkiyeyê ne. Hat diyarkirin ku li Taxa Bêlatê tespîta çavkaniyên petroleke zêde tê kirin, lê belê heman tax bi heman e ji bo gundiyan qedexe ye. Taxa girêdayî navendê ye, di sala 1994'an de hat valakirin û di du salên dawî de jî tim û tim wekî herêma ewlehiya taybet tê îlankirin.   KARKER GIRÊDAYÎ OFÎSA PETROLÊ YA TIRKIYEYÊ NE    Hat diyarkirin ku ji bo derxistina petrolê li taxê tesîseke 4 hezar metrekare hatiye avakirin. Hat hînbûn ku endezyar jî di nav de 50 kes ji bo tespîtkirina çavkaniyên binerdê hatine peywirdarkirin. Ji xeynî karkerên girêdayî Ofîsa Petrolê ya Tirkiyeyê, leşker û cerdevanan destûra tu kesî nayê dayîn ku têkevin taxê. Her wiha tê îdiakirin ku kesên kincên karkeran li ser wan û tim bi çekna digerin polîs û cerdevan in. Ev kesên ku çekên li ser xwe jî venaşêr in, ji ber kincên wan ên karkera nayê zanîn ka cerdevan in an karker in. Hat diyarkirin ku projeya lêgerîna ji bo petrol û çavkaniyên binerdê, projeyeke 8 salan e."    MA / Nimet Olmez