Pasdarek Îranê ji malbatek Kurd 4 kes kuştin 2018-04-19 08:24:32 SINÊ - Endamê sopay pasdarên Îranê êrîş bir ser malbatek Kurd ya bajarê Sinê kir û çar kes ji malbatê kuştin.  Li bajarê Dîwandere yê parêgeha Sine, pasdarek Îranî êrîşî malbatek Kurd kir û 4 kes ji heman malbatê kuşt û zarokek jî birîndar kir. Komîteya navendî ya Rêxistina Kurdistan ya Hizba Komunîsta Îranê-Komele ragihand ku malbatên du endamên hizba wan ji aliyê pasdarek Îranê ve li mala xwe hatine qetilkirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Saet di 06:00’ê siharê li bajarê Dîwandere, pasdarek yê Îranê bi navê Resûl Fikret bi cilên xwe yên leşkerî ve êrîşê malbata Burhan Dîwarger û Aram Dîwarger ên endamê Hizba Komunîstin kirne. Sopayê Îranê sê cercûr bi ser endamên malbatê de vala kirine. Di encamê de ji bilî dayîk û bavê herdû endamên me hatin kuştin. Herwiha du xwişkên wan Pirşîngî (30) û Ninaî (10) jî hatin qetilkirin. Xwişkek ya wan a din ku temenê 5 salî bu bi  giranî birîndar bûye.”   Hizba Komînîst da zanîn ku di dema borî de jî ew pasdar çend caran hewl da endamên vê malbatê bikujin û got: "Wan jî ji bo hêzên asayîşê ragihandbûn. Lê tu hewldanên ji bo parastinê nehat kirin. "