Erdogan: Hilbijartin dê di 24’ê hezîranê de pêk bê 2018-04-18 16:10:13 ENQERE – Piştî hevdîtina Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, Serokê AKP'ê Erdogan li Beştepeyê daxuyanî da. Erdogan got: “Biryar hat dayîn ku dê di 24’ê hezîrana 2018’an roja yekşemê hilbijartin pêk bê."  Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, li Qesra Serokomariyê nîv saetê civîn li dar xistin. Erdogan piştî civînê daxuyani da û wiha got: “Îro me li gel birêz Devlet Bahçelî civînek berfireh pêk anî. Wek ku hûn dizanin beriya niha jî li gel Bahçelî ji bo pirsgirêkên welat em hatin gel hev û me li ser pirsgirêkan nîqaş kir. Di civîna îro de me bi berfirehî mijaran girt dest. Îro me firseta pêşniyara Birêz Bahçelî ya hilbijartina pêşwext nirxand.  Ji bo guhertina pergala rêveberiyê me bi birêz Bahçelî re û bi piştevaniya wî hilbijartina referandûmê pêk anî. Tirkiye ji 16’ê nîsanê vir ve hêj bi pergala kevn tê birêvebirin.  Me dixwest em di mijdara 2019’an de hilbijartinê pêk bînin. Lê encax ji ber operasyonên derve sînor û operasyonên hundir hin tiştan ne diyar dibûn û me anî rewşek neçarî. Me li ser pêniyar Bahçelî muzakere kir. Me li ser wêneyê em hevrû hiştine nirxandin kir. Me li hev kir ku em biçin hilbijartina pêşwext.    Di encama îstîşareya li gel birêz Bahçelî em gihîştin vê encamê ku di 24’ê hezîrana 2018’an de hilbijartina pêşwext pêk bînin.    Bêguman YSK dê dest bi amadekariya bike. Bila ser xêrê be. Ez spasiyê xwe ji hemû hevalên xwe re dikim. Ji gel û welatê me re li ser xêrê be.”