Polîsekî li Bedlîsê întîxar kir 2018-04-18 15:42:09 BEDLÎS – Li Bedlîsê polîs Erdem G. (25) bi hînceta lêpirsîna FETO ji kar hat dûrxistin û du meh berê vegerandin karê wî, bi demançeya xwe, întîxar kir.  Polîsê bi navê Erdem G. ê 25 salî ku girêdayî Miduriyeta Polîsan a Bedlîsê kar dikir, li mala xwe bi demançeya xwe întîxar kir. Polîs gule berda serê xwe û jiyana xwe ji dest da. Bûyer li lomanên polîsan ên li taxa Ataturk a Bedlîsê qewimî. Hat zanîn ku polîs zewicandiye û zarokek wî heye. Hat hînbûn ku ev polîs ji lêpirsînek li dijî FETO ji kar hatiye dûrxistin. Piştî lêpirsîn temam bûye 2 meh berê wî carek din li kar vegerandine.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.