Di doza Nisêbînê de parastina ‘xwerêveberiyê’ 2018-04-17 15:26:04 MÊRDÎN – Parastina kesên di doza Nisêbînê de tên darizandin di roja duyemîn de dewam kir. Li salonê di navbera Îbrahîm Halîl Ildiz ê behsa “modela xwerêveberiyê” kir de û serokê dadgehê de nîqaş derket.  Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di 14’ê Adara 2016’an de “qedexeya derketina derve” hatibû îlankirin û bi mehan dewam kiribû. Di 26’ê Gulana 2016’an de nêzî 70 kesî hatin tahliyekirin û piştî îşkence li wan hat kirin, hatin girtin. Ji 67 kesên ji vê dozê tên darizandin 2’yemîn a danişîna 50 kesan îro jî dewam kir. Danişîn li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ku birine avahiya Miduriyeta Saziya Ewlehiya Civakî ya Mêrdînê tê lidarxistin. Danişînê îro hinek dereng dest pê kir. Girtû û parêzerên xwe amade bûn. Malbat û rojnamegeran dereng berdan hundir.    Polîsek bi çeka xwe ket salona danişînê û parêzeran bertek nîşan da. Polîs li ser hişyarkirina dadgehê ji salonê derket.    Danişîn bi parastina Îbrahîm Halîl Ildiz ê ji Girtîgeha Tokatê anîn dest pê kir.    ‘XWERÊVEBERÎ JEHRÎKUJA PIRSGIRÊKAN E’    Ildiz di parastina xwe de destnîşan kir ku “modela xwerêveberiyê” ne projeyek veqetandinê ye û got: “Modelek ku tevahiya gel bi hev re dijîn e. Ev pergal yekîtiya gelan datîne holê. Ev rê xwesteka gel a xwezayiye. Xwerêveberî jehrîkuja pirsgirêkan e. Pergalek alternatîf e. Ji bo demokratîkbûna welat û çareserkirina pirsgirêka kurd e. Wek projeya veqetandinê li ser tê rawestandin, lê tiştek wiha nîne. Dixwazin armanca me tune bikin.”    DADGEHÊ PARASTINÊ QEBÛL NEKIR   Heyeta dadgehê mudaxeleyî parastina Ildiz kir. Heyetê got ku ew gotinên Ildiz dê wek parastinê ne nirxînin û ji Ildiz xwest ku di çarçoveya îdianameya hatiye amadekirin de parastina xwe bike.    ‘EV PARASTINA GELÊ KURD E’    Li ser vê yekê Ildiz bersiva heyeta dadgehê da û got: “Ez li vir tenê ne kesek im. Ez li vir parastina şexsî nakim. Ez ne xwe diparêz im, gelê kurd diparêz im. Ev parastina gelê kurd e. Ez li vir ne wek kes têm darizandin. Hûn neçar in li min guhdar bikin.”    Li ser vê parastinê, di navbera Ildiz û serokê heyeta dadgehê de demek kurt nîqaş qewimî. Li ser nîqaşa derket navbera nîvro dan danişînê.