6 sal û 3 meh ceza li Îhsan Elîaçik birîn 2018-04-17 12:24:05   STENBOL - 26'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê 6 sal û 3 meh ceza li Nivîskar û Îlahiyatnab Îhsan Eliaçik birî.    Danişîna doza nivîskar û îlahiyatnas Îhsan Elîaçik li 26'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat ditin. Heyeta dadgehe îdîaya "Propaganda rêxistina çekdarî kiriye" 6 sal û 3 meh ceza li Nivîskar û Îlahiyatnab Îhsan Eliaçik birî. Sendozgeriya Komarê ya Stenbolê der barê Elîaçik de ji ber axaftinên wî û roportajên wî, bi îdîaya "Propaganda rêxistina çekdarî kiriye" doz vekiribû û heta 7 salan ceza xwestibû.