Lîstika ‘Hefteya Rojbûna Pîroz’ a Hîzbullahê 2018-04-17 09:29:35 AMED – Li Tirkiyeyê 29 sal in “Hefteya Rojbûna Pîroz” tê pîrozkirin. Lê belê bi hinceta ev pîrozbahî projeya FETO’yê ye, dê bi awayekî fermî îsal neyê pîrozkirin. Lê belê li Amedê, koma bi navê “Evîndarên Pêxember” ku nêzî Hîzbûllahê ye, îsal di bin navê “Mewlûdê” çalakiyek organîze kirin.  Li Tirkiyeyê, di sala 1989’an de li ser pêşniyariya Suleyman Hayrî Bolay, Weqafa Diyanetê ya Tirkiyeyê her sal di navbera 14-20’ê Nîsanê de “Hefteya Rojbûna Pîroz” ku tê îdiakirin ji bo Hz. Muhammed tê pîrozkirin li dar dixist. Lê belê, bi hinceta ev yek projeya FETO’yê ye îsal bi awayekî fermî nehat pîrozkirin. Lê belê li Amedê, ji bilî pîrozbahiya fermî koma bi navê “Evîndarên Pêxember” ên nêzî Huda-Parê ku ev jî nêzî şaxa Hîzbûllahê ye, navê Hefteya Rojbûna Pîroz guherandin û di 22’yê Nîsanê de çalakiyek bi navê “Mewlûd” organize kir.    Endamê Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) Abdûllah Arkan, bi lêv kir ku berî pêxember wefat bike Qur’an û sunetê tawsiyeyî sehabeyên xwe kiriye. Arkan, diyar kir ku pêxember girîngî dida karên ji bo fêdeya civakê. Arkan, destnîşan kir ku pîrozbahiya ku di navbera 14-20’ê Nîsanê de li Tirkiyeyê dihat pîrozkirin ji aliyê diyanetê ve pêk hatiye. Arkan, anî ziman ku ev dîrok di dema pêxember û piştî pêxember de nehatiye pîrozkirin.    ‘PÎROZKIRINA ROJBÛNA PÊXEMBER BÎD’AT E’    Arkan, anî ziman ku pîrozkirina vê dîrokê bîd’at e (tişta ku paşê derketiye holê) û got: “Di her serdemê de bi navekî tê pîrozkirin. Ev yek jî nîşan dide ku ev tiştekî ku paşê derketiye holê. Demekê bi navê ‘Hefteya Rojbûna Pîroz’ dihat pîrozkirin. Niha dev ji vê berdan, lê di bin navê ‘Mewlûdê’ de tê pîrozkirin. Ne di kitêbê de ne jî di sunetê de cihê vê yekê tune ye. Hûn di olê de nikarin tiştekî têkildarî nimêjê biguherînin, çimkî fermaneke nivîskî ye. Hûn nikarin di rojiya meha Remezanê de jî guherînekê bikin. Ev tiştên ku ez behsa wan dikim, di olê de bingehek wan heye. Lê belê tiştên bingeha wan tune be ji bo armancên siyasî tên kirin.”    ‘LI TU DEVERÊ CÎHANÊ NAYÊ PÎROZKIRIN’    Arkan, destnîşan kir ku lu tu welatên misilman ên cîhanê çalakiyeke wisa nayê pîrozkirin. Arkan, diyar kir ku ne rast e ku mirov çalakiyeke ji bo pêxember bi hin rojan sînordar bike. Arkan, bi lêv kir ku divê gelê kurd hay ji van tiştan hebe û got: “Kuştina mirovekî tê wateya kuştina hemû mirovahiyê. Bawer nakim gelê me tev li van çalakiyên ku kesên ji bo jiyana mirovan tiştekî nakin li dar dixin, bibin.”    ‘KESÊN DEMA EFRÎN DIHAT ŞEWITANDIN BÊDENG BÛN, BILA BEHSA ÎSLAMÊ NEKIN’    Arkan, koma bi navê “Evîndarên Pêxember” ên nêzî Huda-Parê ku çalakiya Mewlûdê li dar xistin, bêyî navê partiyê bi lêv bike rexne kir û got: “Partiyeke ku îdia dike misilman e, mixabin dema Efrîn hat talankirin dengê xwe dernexist. Kesên ji bo filîstîniyan, afxanan û çeçenan baz didin, dema Efrîn hat talankirin û nêzî milyonek mirov koç bûn, xwezî daxuyaniyek bidanan. Belkî îro me hinekî bawerî bi samîmiyeta wan bianiyana. Kes baweriya xwe bi kesên ku tiştên bi hezarn kîlometreyî dûrî wî dibîne, lê yên li ber mala wî diqewimin nabîne nayîne. Dema îdia dike ku ew tevgereke îslamî ye, enxwe divê hay ji van tiştan hebe.”