Danişîna doza zaroka hat qetilkirin hat taloqkirin 2023-06-09 20:47:57   DÎLOK - Danişîna doza der barê mirina Lîna Nazli Erbay a 3 salî ku hatibû qetilkirin û cenazeyê wê 6 mehan di sarincê de hatibû veşartin, hat taloqkirin.   Li Dîlokê Lîna Nazli Erbay a 3 salî piştî ku hatibû qetilkirin, cenazeyê wê 6 mehan di sarincê de hatibû veşartin. Danişîna ewil a doza der barê kuştina Erbayê de îro li Ddageha Cezayê Giran a 1'ê ya Dîlokê hat lidarxistin. Kujer Mehmet Aksû û Mûhabbet Toz bi rêya SEGBÎS'ê tevlî danişînê bûn. Dê û bavên Erbayê, parêzerên wan û parêzerên Baroya Dîlokê û TBB'ê, Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Dîlokê, UCÎM, ÇODEM jî tevlî danişînê bûn.   Danişîn bi hinceta berhevkirina delîlan taloqî 19'ê Îlonê hat kirin.