Piştî 30 salan ji girtîgehê derket 2023-06-09 17:54:02   ÎZMÎR - Ferhan Ay piştî 30 salan ji girtîgehê derket.    Ferhan Ay ku di Girtîgeha Şakran a Îzmîrê ya Hejmar 2 a Tîpa T'yê de bû, piştî 30 salan ji girtîgehê derket. Ay ku di sala 1993'yan de li Nisêbîna Mêrdînê hat girtin, bi sûcê" xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" cezayê muebedê lê hat birîn. Ay ku diviyabû 40 roj berê bihata berdan, ji ber 40 rojan li nexweşxaneyê hatibû dermankirin, dema dermankirina wî jî li înfaza wî hatibû birîn.    Ay ê 60 salî li ber girtîgehê ji aliyê xizmên xwe, rêveberên HDP'a Alîagayê, dêya Denîz Poyrazê Fehîme Poyraz û rêveberên EGE-TÛHAYDER'ê bi kulîlkan hat pêşwazîkirin.    Ay dê sibê biçe bajarê xwe Mêrdînê.