Daneyên kesane li ser înternetê hatin belavkirin 2023-06-09 15:30:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Malpereke ku agahiyên şexsî yên kesên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê dijîn tên weşandin derket holê.    Agahiyên nasnameyê, hejmara telefonê, navên dayik û bavê herkesên li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê dijîn, li ser malpera bi navê “s****p**eli” dest bi weşandinê hatin kirin. Di malpera ku li ser hesaba e maile de bi awayekî bê pere dibin endam hin agahî ji herkesê re vekirîne û agahiyên din ên taybet bi endamtiya bi pere dikarin bên peydakirin. Di malperê de daneyên kesane yên weke nav û paşnavên kesan, navên xizmên wan, navnîşanên wan ên vekirî, nimreyên wan ên telefonan û agahiyên wan ên hesabên bankayan cih digirin.