Li Meclisê daxuyaniya ji bo Erdem Aşkan: Berpirsyarên wê derxin holê 2023-06-09 15:21:20   ENQERE - Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Colemêrgê têkildarî mirina zarokê 5 salî Erdem Aşkan li Meclisê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê dewlet dev ji parastina peywirdarên cemaweriyê berde û xwestin bûyer bi lêpirsîneke baş were zelalkirin.    Çawişê pispor A.K.P. li Gever a Colemêrgê bi wesayîta xwe li zarokê 5 salî Erdem Aşkan da û qetil kir. Çawişê pispor ê hatibû binçavkirin, piştî îfadeyê hate berdan. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Colemêrgê têkildarî mirina Aşkan û berdana çawişê pispor li Meclisê daxuyanî dan. Parlamenter Onur Duşunmez di daxuyaniyê de axivî. Duşunmez, got ku tevî li cihê qezayê pir payarê tune ye jî di girteka tespîtkirina qezayê de weke ku hebin hatine destnîşankirin û ji ber vê sedemê jî Aşkan “biqisûr” hatiye nivîsandin. Bi domdarî Duşunmez da zanîn ku çawişê pispor piştî îfadeyê bi şertê kontrola edlî hatiye berdan û wiha got: “Peywirdarên cemaweriyê wesayîtan pir bilez û bêtevdîr bi kar tînin. Ev yek rê li ber binpêkirinên mafê jiyanê vedikin.”    MAFÊ JIYANÊ    Duşunmez, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qeîdeyên trafîkê ji bo welatiyan çawa derbasdar bin, di heman demê de peywirdarên cemaweriyê jî eleqedar dikin. Li cihê Erdem Aşkan jiyana xwe lê ji dest dayî lêkolîn hatiye kirin û tespît hatine kirin. Di tespîtan derket holê ku li cihê bûyerê ti payarê û pir tune ne. Xuyaye bê ka peywirdarê cemaweriyê li deverekê wiha bi lezekî çawa hatiye û çawa bêperwa tevgeriyaye. Dewletê li vê cihê bûyerê tevdîr negirtine û vê yekê jî rê li ber binpêkirina mafê jiyanê yê zarokekî vekiriye. Ji ber ku dewlet berpirsyare ku ji bo mafê jiyanê tevdîran bigire.”    'DIVÊ CEZAYÊN GIRAN BÊN DAYÎN’   Duşunmez axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ku bûyerên bi vî rengî êdî ne qewimin, divê cezayên giran werin dayîn û sepanên qanûnî bên ferzkirin. Kes an jî saziyên hêza cemaweriyê ya dewletê bi kar tînin, divê nebin sedema mirina zarokan. Divê berpirsyartiya nekuştinê ji ewil dewlet pêk bîne. Divê mecbûr e ku li dijî kuştinan qanûn û sererastkirinên hiqûqî û îdarî yên rê li ber van sûcan digirin derxîne. Dema faîl hêzên ewlekariyê bin, pratîka necezakirinê dikeve meriyetê. Armanca esasî ya darizandina cezayê ew e ku rastiya madî derxînin holê. Lê ji ber ku ji bo vê hewldanek nayê kirin, îdiayên di dosyayê de bi qasî tê xwestin nayên lêkolînkirin, ewraqên ji yekîneyên hêzên ewlekariyê tên xwestin naxin nav dosyayê û hêzên ewlekariyê lêkolîneke bêalî nakin, di dosyayên faîlên wan hêzên ewlekariyê ne de pratîka necezakirinê derdikeve pêşberî me.    DIVÊ BERPIRSYAR BÊN CEZAKIRIN   Meqamên darazê pasîf û bêbandor tevdigerin. Ji bo girtina faîl daxwazeke girtinê nehatiye kirin û xisûsên di vê çarçoveyê de jî red kiriye. Ev yek nîşan dide ku hewldane faîl biparêzin. Weke Partiya Çepên Kesk, di serî de Wezareta Karên Hundir em bang li hemû meqamên edlî û îdarî dikin ku tavilê dest bi lêpirsîneke bibandor bikin. Divê berpirsyarên vî sûcî tavilê bên dîtin û derxînin pêşberî darazê. Divê meqamên edlî û îdarî êdî di van bûyeran de dev ji parastina peywirdarên cemaweriyê berdin û bi lêpirsîneke xurt vê bûyerê zelal bike. Em ê vê dozê bişopînin û ji bo malbatê jî sersaxiyê dixwazin.”