HDP’ê bertek nîşanî binçavkirina hevşaredaran da 2023-06-09 14:21:05   ENQERE - Lijneya Rêveberiya Herêmî ya HDP’ê bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Panosê da û diyar kir ku dê li dijî polîtîkayên xespkirina vîna gel têbikoşin.     Hevşaredarên Navçeya Panosê ya Agiriyê Muşerref Geçer û Emrah Kiliç û Midûrê Çavkaniya Mirovan Ûgûr Laçîn di saetên serê sibê de hatin binçavkirin. Lijneya Rêveberiya Herêmî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî binçavkirinan daxuyaniyeke bi nivîskî weşand.  HDP’ê diyar kir ku desthilata ku ji sala 2016’an ve bi siyaseta qeyûman vîna gel xesp dike bi operasyona li dijî Şaredariya Panosê careke din nîşan da ku vîna gel nas nake û wiha got: “Desthilat êrişa li dijî vîna gelê kurd didomîne.”   ‘GELÊ ME DÊ XWEDÎ LI VÎNA XWE DERKEVE’     HDP’ê destnîşan kir ku binçavkirinên îro hatin kirin berdewama qirkirina operasyonên siyasî ye û wiha berdewam kir: “Kesên ku di pêvajoya hilbijartinê de vedigotin ku çawa bi awayekî keyfî vîna gel xespkirine, piştî hilbijartinê jî ketine nav hewldana berdewama bêhiqûqiyê. Hevşaredar û xebatkarê me yê şaredariyê bêyî ku gazî îfadeyê bikin bi ser malên wan de hatine girtin û hatine binçavkirin. Bila kesên armanc dikin ku bi operasyonên têgihanê careke din vîna gelê kurd xesp bikin, bila bizanin ku gelê me dê heta dawiyê xwedî li vîna xwe derkeve.”   ‘LI DIJÎ XESPKIRINÊ EM Ê TÊBIKOŞIN’     HDP’ê destnîşan kir ku bi binçavkirin, zext û girtinan nikarin gel bitepisînin û ev tişt got: “Em ê bi xwedî derketina rêgezên xwe yên hevserokatî û nûnertiya wekhev gavekê jî paş ve neavêjin. Divê hevşaredarên me û xebatkarê me yê şaredariyê demildest bê berdan. Em ê li dijî polîtîkayên we yên xespkirina vîna gel heta dawiyê têbikoşin.”