Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin 2023-06-09 14:10:17   RIHA - Dayika Emîne Şenyaşar di Nobeta Edaletê de axivî û got ku heta kurê wê tê berdan dê têkoşîna xwe bidomîne. Şenyaşar, diyar kir ku divê zilma heyî bi dawî bibe û ji bo her kesî daxwaza edaletê kir.    Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 809’an de berdewam dike.    Emîne Şenyaşar îro hate pêşiya Edliyeya Rihayê, li quncikê weke “Quncikê edaletê yê Malbata Şenyaşar” tê zanîn pankarta “Ev 5 sal in em edaletê dixwazin” vekir û dest bi Nobeta Edaletê kir. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ji ber xebatên siyasî li Meclisê bû lewma nekarî tev li Nobeta Edaletê bibe. Di çalakiya îro de Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Tenduristî û Civakî (SES) ya Rihayê hate serdana malbatê û tev li çalakiyê bû.    'EMÎNE ŞENYAŞAR MÎNAK E'   Di çalakiyê de endamê Lijneya Rêveberiya Şaxa SES'ê ya Rihayê Salih Karataş axivî û bi bîr xist ku çalakiya malbatê di roja 809’an de didome. Karataş, wiha domand: “Têvî ku ev qas sal û demsal derbasbûn jî daxwaza edaletê ya malbata Şenyaşar bi cih nehat. Daxwaza edaletê ya dayika Emîne Şenyaşar daxwaza me hemûyan e. Li ber çavê hemû kesan komkujiyek hate kirin lê dimenên wê komkujiye ji aliye yên ku giredayî desthilatê ve ne hatin jêbirin. Lê dayika Emîne Şenyaşar bi helwesta xwe hem li welatê me, hem li Tirkiyeyê û hem jî li hemû dinyayê wehşeta vê komkujiye derxist hole. Dayika Emîne ji bo hemû kesen bo jiyaneke birûmet têdikoşin mînak e. Em jî bang li hemû kesan dikin ku piştgiriya têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar bikin.”     'EZ JI VIR RANABIM!'   Piştre jî Emîne Şenyaşar axivî û destnîşan kir ku heta edalet pêk tê dê têkoşîna xwe bidomînin. Şenyaşar, axaftina xwe wiha qedand: “Heta kurê min neyê berdan ez ê ji vir ranebim. Edî bes e bila ev zilm biqede, bila kurê min berdin da ku em jî biçin mala xwe. Ji bo her kesî edaletê dixwazim. Zilmeke mezin li me kirin. Li tu deverên cîhanê nehatiye dîtin ku mirov di hundirê nexweşxaneyê de bi rehetî komkujiyê bikin.”