DÎSK: Meaş divê li gorî reqamên enflasyona sexte yên TUÎK’ê neyê diyarkirin 2023-06-09 14:09:44   STENBOL - Nûnerê DÎSK’ê yê Herêma Stenbolê Asalettîn Arslanoglû diyar kir ku reqamên enflasyonê yên TUÎK’ê li ser fermana îktidarê tê diyarkirin û bang li wezîr Mehmet Şîmşek kir û got: “Hemû meaş nikarin li gorî reqamên sexte yê eflasyonê yên TUÎK’ê werin diyarkirin.”    Nûnertiya Konfedarasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) a Herêma Stenbolê li dijî reqamên enflasyonê yên Saziya Statîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) li ber deriyê Midûriyeta TUÎK’ê ya Herêmê daxuyanî da çapemeniyê. Gelek endamên sendîkayê tev li daxuyaniyê bûn û pankarta “Zikê me ji derewên we têr e, rastiyan eşkere bikin, bi nanê me neleyîzin” vekirin û dirûşm berz kirin.    Nûnerê DÎSK’ê yê Herêma Stenbolê Asalettîn Arslanoglû daxuyanî xwend. Arslanoglû reqamên enflasyonê yên meha gulanê yên TUÎK’ê bi bîr xist û got: “TUÎK li gorî daxwaza îktidarê van reqamên enflasyonê diyar dike. Lê gelo kî ji van reqamên we bawer dikin? Kes ji dane ango reqamên TUÎK’ê bawer nake.”   Arslanoglû da zanîn ku Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Mehmet Şîmşek çawa hatiye ser wezîfeyê behsa “belavbûna bacê ya tabanê” kiriye û bang li Şîmşek kir û got: “Birêz wezîr, gelo ev tabana hûn qal dikin çi ye, kî ye? Ev tabana hûn qal dikin nabe ku ku çend kesên dewlemend bin. Gelo hûn dixwazin qala kedkaran, karkeran bikin, jixwe kedkar di bin barê baca bêedalet de dieciqin, gelo haya we jê nîne? Gelo qey haya we ji tiştek nîne? Em dixwazin ku Wezîr beriya serdana bankayan, karsazan bike serdana karker, kedkar û karmendan bike û li rûyê wan binêre. Di çav û rûyê kedkaran de ne hêvî û hezkirin maye.”    Arslanoglû daxwazên sendîkayê anî ziman û got: “Meaşê asgarî û hemû meaş nabe ku li gorî reqamên enflasyonê yên sexte yên TUÎK’ê bên diyarkirin.”