ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2018'AN 2018-04-17 09:00:42 * Helbestvan Selda Kaya ku bi dizîka helbest dinivîsandin, helbestên xwe bi navê “Hirkamda Şiir Lekelerî” çap kirin. Kaya, diyar dike ku hînbûyîn çerxeke wisa ku tu carî naqede.  * Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ya bi KHK hat girtin, di 18 Nisan’a 1992’an de ji aliye nivîskar û rewşenbîrên Kurt ku Musa Anter jî heye gelek kesan ve hat vekirin. Zimanzan Zana Farqînî yê di avakirina enstituye de cih girt, diyar kir ku saziyên kurdan berê jî dihatin girtin û niha jî tên girtin û wiha got: “Berê qeyûm tune bûn îro heyûm heye. Îro AKP rojnameyan bi qeyûman desteser dike."    * Li Alaçatiyê, Esra Sûbaşiya tevî fêkî û zebzeban, bi firotina riçala ku ji gelek giyayan debara xwe dike. Sûbaşi bal kişand ser rîçala şîr û îsota tûj û diyar kir ku tama rîçalê bi qasî qîmeta ku ji bo xwezayê tê dayîn diguhere.    * Amîne Olmez ku hema bêjê jiyana wê temamî di nav xwezayê de ye, 35 salin bêrîvaniyê dike. Olmez bal kişand ser qedexekirina zozanan û got: “Çawa ku her kulîlk li ser axa xwe zîl dide, em jî li van çiyayan hêşîn dibin.”    * Di dema şaredariya DBP’î de meclîsa şaredariyê biryar girtibû ku li şûna avahiyên cemaweriyê yên di erdhejê de rûxiyan park bê çêkirin. Der barê endamên meclise yên ev biryar dan lêpirsîn hat destpêkirin, lê belê Şaredariya Rêya Armûşê ya qeyûm tayînî wê hat kirin li heman cihî dest bi çêkirina parkê kir.    * Abdulcabbar Oral ku li Akhîsarê hilberîneriya şaxên zeytûnan dike, ji ber hêza kirînê ya gundiyan kêm bûye, şax di dest wî de mane.    * Welatiya bi navê Canan Aslan, diyar kir ku ji ber rewşa aboriyê her meh ew ji xwarina xwe kêm dikirin û pê heqê fatûreyên malê didin. Aslan diyar kir ku lêçûnên malê ji dahatê zêdetir in û got: “Her meh em deyndarê dewletê ne. Êdî me ji bîr kiriye ka aktîvîteyên civakî çi ne.”    * Li Tirkiyeyê 29 sal in “Hefteya Rojbûna Pîroz” tê pîrozkirin. Lê belê bi hinceta ev pîrozbahî projeya FETO’yê ye, dê bi awayekî fermî îsal neyê pîrozkirin. Lê belê li Amedê, koma bi navê “Evîndarên Pêxember” ku nêzî Hîzbûllahê ye, îsal di bin navê “Mewlûdê” çalakiyek organîze kirin.    * Bi sedhezaran kesên ji Efrînê koçber bûn, li Kantona Şehbayê rojên zor û zehmet derbas dikin. Hat diyarkirin ku di navbera efrîniyên koç kirin de, nexweşîna jana zirav (werem) berbelav dibe. Her wiha hîn jî raya giştî, sazî û dezgehên navnetewî li hemberî vê rewşê xwe li bêdengiyê datînin.    * Dema li Wanê demsal dibe bihar û hewa hinek germ dibe, guldexwîn jî rengîniya xwe didin xwezayê. Guldexwînên bi rengên sor û zer vedibin, rengekî taybet li hawîrdora xwe zêde dikin.    * Hat îdiakirin ku endamên HPG’ê, li gundê Bogazoren ê girêdayî navçeya Elkê 8 cerdevanên ji bo berhevkirina pincarê derketin çolê, dest danî ser çekên wan.    * Di roja duyemîn de dê 2’yemîn danişîna doza 50 kesên di qedexeya derketina derve ya Nisêbîna Mêrdînê de hatibûn girtin, dewam bike.   * Odeya Tabîban a Stenbolê (ÎTO) ji bo doza hevalên xwe dê li ber Edliya Çaglayana Stenbolê daxuyanî bide çapemeniyê. (10.00)    * HDK, KCD, HDP bi boneya Hevberdevkê HDK’ê Onur Hamzaoglu û Berdevka Meclîsa Jinan a Sosyalîst Fadîme Çelebî bên berdan dê li Navenda Giştî ya HDK’ê ya li Taksîmê civîna çapameniyê li dar bixe. (12.00)    * Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan dê di Komcivîna Meclîsê de der barê rojevê de biaxive. (12.30)