163 rêxistinên jin: Pêşnûnameya Xesandina Kimyewî paşve bikişînin 2018-04-16 18:44:58   NAVENDA NÛÇEYAN - 163 rêxistinên jin li dijî pêşnûmeya "Xesandina Kîmyewî û îstîsmara li dijî zarokan" ku sibê li meclîsê bê niqaşkirin, belavokek hevpar belav kirin û xwestin ku vê pêşnûnayê paşve bikişînin.    Wezareta Dadê bi armanca rê li pêş îstîsmara zayendî bigire pêşnûmeya “Xesandina Kîmyewî" amade kir û pêşkêşî meclîsê kir. Serokwezîr Bînalî Yildirim tevî hemû bertek û nerazîbûnên civakê pêşnûmeya der barê îstîsmara zarokan û xesandina kîmyewi ku ji aliyê Wezareta Dadê ve hat amadekirin pêşkêşî Meclîsa Tirkiye kir. Pêşnûma dê sibê li meclîsê bê niqaşkirin û piştre encama wê diyar bibe. Beriya ku pêşnûma sibê li meclîsê bê niqaşkirin, bertek û nerazîbûn pêl bi pêl zêde dibin. 163 rêxistinên jinan li dijî vê pêşnûnameyê danezanek hevpar îmze kirin û bi raya giştî re parve kirin. 163 rêxistinên jinan belavok bi sernavê “Em pêşnûmeya zagonê ya ser tundiya mêr vedişêre îtiraz dikin" belav kirin. Jinan di pêşnûmayê de xwest pergala parastina zarokan bê avakirin û e pûşnûma paşve bê kişandin. Jinan di belavokê de daxwazên xwe rêz kirin û wiha  got: "Heta niha hemû zagon û pratîka heyî çareserî bi xwe re neanî. Divê li şûna cezakirinê perwerdehî bê pêşxistin. Divê li ser felsefeya parastinê û bingeha gel ya tevahî û polîtîkaya parastina zarokan pêş bikeve. Divê ji bo delîl rast û xurt bên komkirin, di demê de û bi awayekî berfireh bê lekolînkirin. Divê darizandinek berfireh bê kirin. Divê piştgiriya derûnî bidin zarokan. Divê dema lêpirsîn hat kirin alîkarî û piştgiriyê ji saziyên sivîl û eleqeder jî bixwazin. Divê dewlet li gorî peymana Stenbolê tev bigere. Di sûcên destnedayîna zayendî de rê li pêş zewaca zarokantîyê û zewaca bi zorê ku sînorê rewa û hiqûqê derbas dike, bê girtin. Dema faîl zarok be divê rêbazên cuda esas bên girtin. Divê cudahiya di navbera temenê zarok û bersûc de esas bê girtin. Dewlet karê wê ewe ku tedbîran bigire û rê li pêş van bûyeran bigire. Her wiha kesên mexdûr biparêze. Divê zanistî, tecrûbe û nerînê saziyan esas bigire."    Jinan biryar girt ku li bezgin kom bibin. Jin xwe amade dikin ku li ser medya civaki li diji vê pêşnûmaye bertekên xwe bînin ziman.    163 saziyên jinan îmze avêt bin danezanê.