Şaxa ÎHD’a Mêrsînê binpêkirinên li bajar parve kir 2023-06-05 15:36:11   MÊRSÎN - Şaxa ÎHD’a Mêrsînê têkildarî binpêkirinên li bajar daxuyanî da. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Hakki Demîr got ku bi taybet jî li hinek dibistanan polîsên tîmên taybet bi çekan geriyan û vê yekê jî hilbijêr tirsandiye.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê têkildarî binpêkirinên di hilbijartinên 14’ê Gulanê û 28’ê Gulanê raporek amade kir û parve kir. Rapor, li avahiya komeleyê bi daxuyaniyekê hate ragihandin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Amedê Hakki Demîr got ku ji bo hilbijartinê li navçeyên Toroslar, Mezîtlî, Yenîşehîr û Akdenîzê komên ji 3 kesan pêk tê ava kiribûn. Demîr, da zanîn ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê de li navçeya Tarsûsê hilbijêreke kurd di encama êrişa bi kêran de birîndar bûye.    ‘POLÎSÊN TÎMÊN TAYBET BI ÇEKAN GERIYAN’   Demîr, diyar kir ku bi taybet jî li navçeyên hilbijêrên wê gelemperî kurd polîsên tîmên taybet di deriyên ketina dibistanan û baxçeyên dibistanan bi çekan geriyane û wiha got: “Van dîmenan li ser hilbijêrên sindoqên hejmar 2225-2232 ên Dibistana Navîn a Yûsûf Bayik a navçeya Toroslarê, sindoqên bi hejmar 1176-1180 ên Dibistana Seretayî ya Abdullah Gunaydin, sindoqên hejmar 1090-1097 ên Dibistana Navîn a M. Akîf Ersoy û sindoqên hejmar 2243-2250 ên Dibistana Seretayî ya Hatîce Ulug a navçeya Akdenîzê tirs ava kir. Em bûn şahid ku hinek peywirdarên cemaweriyê qedexeyên hilbijartinê binpê kirin. Ev binpêkirin li ser sindoqên hejmar 2235-2241 ên Dibistana 19 Mayis a navçeya Toroslarê jî hebûn.”    ŞAREDARÊ AKP’Î BI SER EDLIYEYÊ DE GIRT   Bi domdarî Demîr bi bîr xist ku piştî karûbarê dengdayînê ya di hilbijartinên 14’ê Gulanê de, deng li Edliyeya Mêrsînê hatine veguhestin û ev agahî parve kir: “Şaredarê Akdenîzê yê AKP’î Mûstafa Gultak û komekî pê re bi ser edliyeyê de girtin. Hewl dan mudaxaleyî dengan bikin. Li ser vê yekê muşahidên hilbijartinê û parêzer ketin nava liv û tevgerê û polîsan rê li ber girtin. Li ser vê yekê M. Mûstafa Gultak û kesên pê re ji edliyeyê hatin derxistin. Hat tespîtkirin ku li ser hinek sindoqan peywirdarên sindoqan û muşahidên partiyên muxalîf tune bûn. Hat tespîtkirin ku li şûna hinek hilbijêran beriya hilbijartinê îmze hatine avêtin. Hilbijêrên kurd li ser sindoqan rastî zimanê cihêkar ê hêzên ewlekariyê û serokên sindoqan hatin.”