Polîsan bi ser gundê Colemêrgê de girtin 2018-04-16 12:51:21 COLEMÊRG  - Polîsan bi ser gundê Rindikê de girtin û kesek binçav kirin. Polîs û leşkeran di saetên serê dibê de bi ser gundê Rindikê yê Colemêrgê de girtin û di malên Abdullah Olmez û Yunus Olmez de lêgerîn pêk anîn. Polîsan piştî lêgerîna bi saetan Abdullah Olmez binçav kirin. Hat diyar kirin ku derbarê Yunus Olmez ê di mala wî de jî lêgerîn pêk hat, biryara binçav kirinê heye.    Olmez ê hinceta binçavkirina wî nehat zanîn, birin Midûryeta Polîsan a bajêr.