ÎHD: Hewcehî bi makeqanûneke nû heye 2023-06-02 15:57:39   AMED/ENQERE- Sekreterê ÎHD’a Amedê Yakûp Guven di çalakiya “Nobeta Aştiyê” de axivî û wiha got: “Em weke parêzvanên mafên mirovan banga amadekirina makeqanûneke nû dikin ku hemû beşên civakê di nava xwe de bihewîne.”    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Nobeta Aştiyê ku her meh îna ewiş li dar dixe, vê mehê jî li Amed û Enqereyê li dar xist.   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê çalakiya “Nobeta Aştiyê” li Eywana Civînan a Vedat Aydin a ÎHD’ê domand. Di nobetê de pankarta “Ji bo her kesî aştî” hate vekirin. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, Odeya Bijîşkan a Amedê û Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) tev li nobetê bûn.   ‘WELATÎ JI RÊVEBIRINÊ NERAZÎ NE’   Sekreterê ÎHD’a Amedê Yakûp Guven daxuyanî xwend û da zanîn ku pêkanîna aştiya civakî ji hemû encamên hilbijartinê girîngtir e. Guven, diyar kir ku çalakiya wan a ji bo tesîskirina tekoşîna mafan û pirsgirêkên kronîk, baweriya wan a aştiyê jî xurt dike. Guven, destnîşan kir ku welatiyên tev li hilbijartinê bûn li dijî rêvebirina otorîter in û ev tişt anî ziman: “Tevî hemû tiştan jî welatî ji rêvebirin û desthilata zextan nerazî ye. Tê dîtin ku gelek partiyên ji fikrên cuda hatine cem hev û helwesta xwe ya li dijî polîtîkayên zextan bi hevpariyeke demokratîk nîşan dane. Em weke parêzvanên mafê mirovan, banga pêvajoya makeqanûneke nû dikin ku hemû beşên civakê di nava xwe de bihewîne.”    ‘SEDEMA REWŞA ABORÎ BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVANE’   Bi domdarî Guven diyar kir ku ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin, parastina hemû destkeftiyên jinan ku di encama têkoşîneke dirêj de hatine bidestxistin û aboriyê, hewcehî bi polîtîkayeke nû heye û axaftina xwe wiha qedand: “Heke desthilata heyî di polîtîkayên heyî de israr bike, dê ziyaneke mezin bide jiyana civakê. Sedema rewşa aboriyê jî binpêkirina mafên mirovan û zexta li ser muxalîfan e. Divê desthilatdarî vê rastiyê bibîne, demokrasiyê pêk bîne û ji bo parastina mafên mrovan pergaleke nû ya siyasî ava bike. Divê bloka muxalefetê jî bi siyaseteke çalak daxwwazên gel çareser bike.”   ENQERE   Rêveberên Partiya Çepên Kesk a Enqereyê, nûnerên Hewldana Azadiya Ramanê û Alinteriyê tevlî nobetê bûn. Hevseroka ÎHD a Enqereyê Sevîl Tûrgût ku di çalakiyê de axivî, bal kişand ser hilbijartinên dawiyê û got ku hilbijartin di şert û mercên adil de nehatine kirin.    Tûrgûtê bilêv kir ku di hilbijartinê de daxwaza demokratîkbûnê derketiye pêş û got ku divê desthilat vê xwesteka demokratîkbûyînê ku nîviyê civakê doza wê dike qebûl bike. Tûrgûtê xwest ku astengiyên li ber azadiya fikr û ramanê bên rakirin û rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan ên ji ber fikirên xwe girtî ne bên berdan.    Tûrgûtê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got ku mixabin girtiyên nexweş ji ber raporên ATK'ê nayên berdan. Tûrgûtê bang kir ku Tirkiiye li gor xala 14'an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê tevbigere.    Tûrgûtê ji bo encamên hilbijartinê jî got ku gelê kurd di vê hilbijartinê de li dijî polîtîkayên "ewlehîparêz" û şidetê helwesteke mezin nîşan daye û got ku demildest divê desthilat dest ji helwesta xwe ya li hember meseleya kurd berde û gavine demokratîk bavêje.    Tûrgûtê di dawiya axaftina xwe de îşaret bi demokratîkbûyînê û guherînê kir û ji bo têkoşînê bang kir.