Melîk û Ayyildiz hatin bibîranîn 2023-06-02 14:00:05   RIHA - Siyasetmedarên kurd Muhsîn Melîk û Mehmet Ayyildiz ku 29 sal berê hatibûn qetilkirin, li ser gorên xwe hatin bibîranîn.    Siyasetmedarên kurd Muhsîn Melîk û Mehmet Ayyildiz di 29’emîn sala qetilkirina xwe de li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Merasîma bîranînê li Goristana Harran Kapiyê hate lidarxistin. Li gel malbatên Melîk û Ayyildiz, her wiha endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Çepên Kesk, Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Xakên Qedîm Windakirin re (KATDER), Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan jî tev li merasîma bîranînê bûn.    ‘MELÎK PÊŞENGEKÎ ŞOREŞGER BÛ’   Merasîma bîranînê li ser gora Muhsîn Melîk hat lidarxistin û merasîm bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir. Piştre jî hevjîna Muhsîn Melîk, Senay Melîk axivî û wiha got: “Hevjînê min ê hêja Muhsîn Melîk û hevalê wî Mehmet Ayyildiz 29 sal berê di kêmînekê de ji hêla hovan ve li navenda bajar bi alçaxî hatin qetilkirin. Baş e lê Muhsîn Melîk çima hedef hate girtin? Ji ber ku ew pêşengekî şoreşger ê gel bû. Li ser bingeha aştî û aqil, dostanî û biratiya gelan diparast.”    ‘BI HEZARAN MUHSÎN MELÎK HENE’   Bi domdarî Melîk anî ziman ku hevjînê wê di tevahiya jiyana xwe de ji bo jiyaneke mirovane û birûmet têkoşiyaye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di têkoşîna demokrasiyê de tu carî serî netewand. Bi vê taybetiya xwe jî her tim bawerî dida derdora xwe. Van taybetiyên wî jî hêzên tarî aciz kir. Armanca dijminên mirovahiyê ew bû ku wî ji holê rakin û bi vê yekê re fikrên wî tune bikin. Gelo di ferqê de ne ku îro li deştên Mezopotamyayê bi hezaran kesên bi heman fikra Muhsîn Melîk gihandine?”   ‘ZÛ YAN JÎ DERENG DÊ FAÎL HESABÊ BIDIN’   Melîk, wiha domand: “Mîrateya wî li pey xwe hiştî, hêzê dide têkoşîna demokrasî û mafên mirovan. Ev 29 sal in em dixwazin berpirsyar û faîl bên dîtin û darizandin. Heta ku hevrûbûn çênebe dê ev êş, dram û xemgînî bi dawî nebe. Heta ku bersiva vê banga me tê dayîn û bi sûcên li dijî mirovahiyê re hevrû dibin jî em ê vê qêrîna xwe bidomînin. Berpirsyar û faîl dê zû yan jî dereng hesabê bidin. Dê rastî di tariyê de nemînin.”    ‘EM Ê ALAYA WÎ BILINDTIR BIKIN’   Hevseroka HDP’a Rihayê Garîp Yeşîl jî bi bîr xist ku bi ser komkujiyê re 29 sal derbas bûne lê hêj jî bûyer nehatiye ronîkirin û ev tişt anî ziman: “Em li ser gorên hevalên xwe soz didin ku heta kujer hesabê nedin em ê dev ji wan bernedin. Em ê alaya we dewrî me kirî jî bilindtir bikin. Em ê têkoşîna xwe di rêya we de bidomînin.”    QURNEFÎL DANÎN SORA GORA AYYILDIZ   Piştî bîranîna li ser gora Muhsîn Melîk, girse çû ser gora Mehmet Ayyildiz ku bi Muhsîn Melîk re hatibû qetilkirin û li heman goristanê ye. Li vir dua hatin kirin û beşdaran qurnefîl danîn ser gora Ayyildiz.