Leşkerên TSK'ê li ser sînor welatiyek Rojava îşkence kirin 2018-04-16 10:28:32   HESEKÊ – Leşkerên Tirk welatiyekî din li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê îşkence kirin.    Welatiyê bi navê Beşar Hesen Hedar ê 24 salî yê ji gundê Ezîziyê ya Serêkaniyê, dema dixwest di gundê Idwaniyê ku 50 kîlometere dikeve rojavayî Serêkaniyê derbasî Bakurê Kurdistanê bibe. Beşar Hesen Hedar ji aliyê leşkerên Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) ê ve hat girtin û îşkence kirin.  Leşkeran piştî îşkenceya li Hedar kirin, ew avêtin aliyê Rojava Kurdistanê. Welatiyên gund Hedar rakirin nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê. Bijîşkan, diyar kirin ku rewşa tenduristiya Hedar baş û tê dermankirin.