Dozger pêwistî bi lêpirsîna mirina Mehmet Tunç nedît 2018-04-16 09:23:11 ŞIRNEX – Dozgerê Komarê yê Cizîrê pêwistî bi lêpirsina mirina Hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç ê bi gotina “Me çong dananî. Bi me serbilind bin" di hiş û aqilan de ma, nedît û biryara bêşopandinê da.  Hevseroke  Meclîsa Gel a Cizîre Mehmet Tunç, di qedexeya derketina kolanan a navbera 14'ê Kanûna 2015'an û 2'ê Adara 2016'an de di encama bombebarana jêrzemînê de jiyana xwe ji dest da. Piştî li gel sedan kesan Mehmet Tûnç jî di jêrzemînê de bedena wî şewitî û jiyana xwe ji dest da;  Serdozgerê Komarê yê Cizîrê lêpirsîn da destpêkirin. Dozger piştî lêpirsînê der barê Tunç ê bi gotina “Me çong dananî, divê mirovahî bi me serbilind bin" di aqilan de ma, pêdivî bi şopandina lêpirsîn û vekirina dozê nedît. Dozgerê Komarê yê Cizîrê ewil der barê dosyayê de biryara bê erkdayînê da û dosya Tunç şand ji Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê. Dosya ku ji nêzî 300 rûpelî pêk tê, gelek rûpel der barê kesên di qedexeyê de jiyana xwe ji dest dan û şahidên nepen ên bi navê “Pamuk”, “İskender”, “Bakır”, “Piramit” û “Guvercin” ên tên zanîn e. Nêzî 50 rûpeli der barê dîrok û çîroka PKK û KCK'ê de ye. Di dosyayê de xebatên Tunç ên siyasî yên di serdema Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) de wekî sûc hatine dîtin.    Di dosyayê de pirs û fermanên serdozgeriyê yên ji midûriyeta polîsan re şandine heye. Di raporên ku di dosyayê de hene tê ditin ku dozger ji midûriyeta polîsan xwestiye qeydên kamera û momese bên komkirin. Lê midûriyeta polisan bersîva neyînî daye dozger. Miduriyeta polîsan diyar dike ku qeyd nehatine dîtin.b    Di dozyayê de cih da girtekên otopsî yên der barê Tunç û 11 kesên di jêrzemînê de jiyana xwe ji dest dan. Di Otopsiyê de hat diyar kirin ku di bedena Tunç de gelek perçeyen şarapnel hatin dîtin û di pî û milê wî de di asta 4'emîn de şopa şewatê hat dîtin. Dîsa şopa karbonizasyonê hatiye çavdêrkirin.    DOZGER ÎFADEYÊN ŞAHIDÊN NEPEN  ESAS GIRT   Piştî dozgerê komarê yê Cizîrê dosya şand gozgeriya komarê ya Şirnexê, gozgerê komarê yê Şirnexê jî der barê dosyayê de biryara bêşopandinê da. Dozgerê Şirneşê parast ku Tunç tev li şer bûye û wiha got: "Mehmet Tunç ê jiyana xwe ji dest daye, cesedê wî li mala ku çekên rêxistinê bikar anîye hatiye dîtin. Dîsa cesedên din jî li tenişta wî hatine dîtin. Şikdar Mehmet Tunç di serdema qedexeya derketina derve de di serdema operasyona hêza ewlehiyê de tevî endamê rêxistinê bi hêzên ewlehiyê re ketiye nava pevçûnê. hatiye fam kirin ku li dijî hêzên ewlehiyê ketiye nava pevçûnê. Ji ber Mehmet Tunç jiyana xwe ji dest daye êdî pêdivî bi lêpirsîna dozê  tune.    Parêzerên malbata Mehmet Tunç dê îtîraz bikin. Ji roja qedexe hat îlan kirin heta niha der barê kuştina nêzî 50 kesên li kolanên Cizîrê jiyana xwe ji dest dan de bi heman rengi biryara pêdivî bi lêpirsînê tune hat dayîn. Endamên Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz (OHP), dê der barê doza Tunç de îtîraz bikin û dozê bişopînin.