Xebatkar û temaşevanên TV10: Rizgariya ji zilmê bi berxwedanê pêkan e 2018-04-14 16:07:53 STENBOL – Xebatkar û temaşevanên TV10 bi boneya televîzyona wan ji nû ve vebe di hefteya 80’an de hatin ba hev û gotin: “Rizgariya ji zilmê ancax bi hatina yên li dijî wê li ber xwe didin dê pêk bê.”  Xebatkar û temaşevanên TV10 a bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin, bi boneya televîzyon ji nû ve vebibe di hefteya 80’an de li Qada Galatasarayê hatin ba hev. Dayikên Şemiyê û nûner û rêveberên sazî û komeleyên elewiyan piştevanî dan çalakiyê. Pankarta “Dengê elewiyan TV10 nayê bêdengkirin” hildan.    ‘JI BILÎ TUNDÎ Û ZEXTAN NIZANIN BIRÊVE BIBIN’    Di çalakiyê de Midurê Nûçeyan ê TV10’ê Durabî Kişîn axivî û wiha got: “Bi ser 170 rojnamegerî di girtîgehê de ne. Xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî girtin. Ew jî têr nekir, nûçegihanên ETHA’yê binçav kirin. Desthilatdarî ji bilî tundî û zextan tu rêbazek din nizane. Awayê rêbaza wan awayê tijekirina girtîgehan e. Ev viya dide xûyakirin, kesên ne li gorî desthilatdariyê nûçeyan çêbike, hemû kes di bin talûkeyê de ye. Lê feqet em ji dîrokê ve dizanin, elbet dê rojên tarî li paş bimînin.”    ‘BERXWEDAN DÊ ZILMÊ TÊK BIBE’    Endamê Şaxa Komeleya Pîr Sultan Abdal a Esenlara Stenbolê Sezgîn Kartal jî destnîşan kir ku yên welat birêve dibin ji qewimînên li Sûriyeyê re li çepikan didin û got: “Li wir gel bi mirinê rû bi rû ye. Lê liv ir qêrînên kêfxweşiyê bilind dibin. Yên van qêrînan dikin di heman demê de li ser civaka elewî jî zextan dikin. Rizgariya ji zilmê ancax bi hatina yên li dijî wê li ber xwe didin dê pêk bê.”    ‘CAN TV Û YOL TV VEDIBIN’    Kartal da zanîn ku dê Can TV û Yol TV vebibe û got: “Ev yek tenê ji bo elewiyan, di heman demê de ji bo hêzên demokrasiyê jî girîng e. Ya dikeve ser milê jî ew e ku em xwedî li çapemeniya xwe derbikevin.”