Xwestin kujerên Huseyîn Ertaş bên darizandin 2018-04-14 14:59:35 AMED – Di çalakiya windayan a Amedê de hat xwestin kujerên ku Huseyîn Ertaş ê di 1995’an de li Qoserê li ser fermana albay Hasan Atîlla Ugur di binçavan de hat kuştin bên darizandin.  Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan bi boneya li aqûbeta kesên di binçavan de hatin kuştin û windakirin û kujer bên cezakirin, di hefteya 479’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li dar xist. Çalakî li avahiya ÎHD’ê pêk hat rêveber û xizmên windayan beşdar bûn. Pankarta wêneyê windayan li ser raxistin û wêneyan hildan.    ‘DEWLET EDALETÊ ASTENG DIKE’    Di çalakiyê de ewil Serketerê Şaxa ÎHD’ê Abduselam Înceoren axivî û çalakiya 479 hefte ne li dar dixin bibîr xist û got ku dewlet naxwaze edalet pêk were û li pêşiya edaletê asteng e.     'EM Ê LÊGERÎNA HESTIYAN DEWAM BIKIN’    Pişt re hevjîna Huseyin Tekdag, Hatîce Tekdag ê di 1994’an de di binçavan de hat windakirin got ku hevjînê wê bi îşkenceyê li malê binçavkirine û kuştin e. Tekdag got: “Ez hestiyên hevjînê xwe dixwazim. Bi salan zarokên bê bavê xwe û sêwî mezin bûn. Sûcê me çibû, bila bêjin em jî dizanibin. Heke ku kurdbûna me sûc e, heta em li ser rûyê vê dinê sax bin em ê kurd bijîn. Dewlet qey dibêje wê wiha pirsgirêkê çareser bike, lê xwe dixapîne. Lê em ê tu demê dev ji lêgerîna windayên xwe bernedin û têkoşîna xwe dewam bikin. Heke ku dewletek kesekî 19 car binçav dike û cara 20’an jî wî winda dike, yê ku winda dike ne kes e, dewlet bixwe ye.”    'GUNDÎ HATIN KOÇBERKIRIN’    Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Prz. Hasan Yalçin jî çîroka Huseyîn Ertaş ê di 1995’an de li navçeya Qosera Mêrdînê di binçavan de hat kuştin xwend. Yalçin wiha got: “Ertaş zewicî û bavê 9 zarokan bû. Ji ber ku keçek wî tev li PKK’ê bû her tim leşkeran bi ser mala wî de digirt û bi tundî û gefan re rû bi rû diman. Di 1994’an de cerdevaniyê spartin gundê Emrûd û derdora wê, ji ber gundiyan cerdevanî qebûl nekir, hat xwestin ku di 3 rojan de gund vala bikin. Pişt re destûr nedan malbatan kelûpelên xwe derbixin û gund hat şewitandin. Ertaş û malbata xwe jî ji gund koçî Qoserê kirin.   BI FERMANA HASAN ATÎLLA UGUR HAT KUŞTIN    Di 1995’an de 4 kesên çekdar bi Torosên spî bi ser mala Ertaş de girtin. Van kesan xwest Ertaş biçe qereqolê û îfade bide. Lê Ertaş got ku ew naçe. Van kesan çek xist serê Ertaş û ew bi darê zorê binçavkirin û birin. Malbata Ertaş di heman rojê de çû serî li qereqolê da. Li qereqolê rayedaran got ku kesek wiha nîne. Fermandarê qereqolê Hasan Atîlla Ugur bû. Cenazeyê Ertaş di 13’ê tîrmeha 1995’an de li ser riya Serêkaniyê hat dîtin. Cotkaran agahî da malbatê. Ji ber cenaze hatibû şewitandin, nas nekir û rakirin ocaxek tenduristiyê û otopsiya wî kirin. Piştî teşhîsê malbatê cenaze li gund veşart. Malbatê ji ber şertên demê têkoşînek hiqûqî neda destpêkirin. Di 2006’an de kurê wî Muhîttîn Ertaş der barê mijarê de doz vekir. Kurê wî diyar kiribû ku bavê wî li ser fermana Hasan Attîla Ugur ji malê hat binçavkirin û kuştin. Ertaş giliyê cerdevan Îsmet Kandemîr û Abdurrahma Kurga kir. Li gel hemû serlêdanên malbatê ji dozê tu encamek derneket.”    Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    JI FAÎLÎ NE DIYAR BER BI ERGENOKÊN VE    Albay Hasan Atîlla Ugur ê navê wî bi gelek bûyerên windayan tê nasîn, demek ji doza Ergenokê 5 sal û 8 meh di girtîgehê de ma. Ugur niha Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Vatan Dogu Perînçek e.