ETHA: AKP ji pênûsên azad ditirse 2018-04-14 13:43:25 STENBOL – Midura Nûçeyan a ETHA’yê Derya Okutan bertek nîşanî binçavkirina edîtor û nûçegihanên xwe dan û got: “Çawa ku me ji desthilatdariyên beriya AKP’ê re bîat nekir, em ê ji AKP’ê re jî nekin. AKP ji pênûsên azad ditirse.”  Duh li Stenbolê edîtora Ajansa Nûçeyan Etkîn (ETHA) Semîha Şahîn û nûçegihanên wan Pinar Gayip û Adil Demîrcî di serdegirtina malê de hatibûn binçavkirin. ETHA ji bo şermezarkirina nûçegihan û edîdotra xwe şermezar bike li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Xebatkarên ETHA, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyigît, Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û gelek rojnameger piştevanî dan û beşdarî civînê bûn.    ‘ÇUNKÎ JI PÊNÛSÊN AZAD DINIVÎSÎNIN DITIRSIN’    Midura Nûçeyan a ETHA’yê Derya Okutan xwend û got: “Desthilatdariyê carek din ETHA’yê hedef girt. Di serdegirtinê de edîtor û nûçegihanên me binçav kirin. agahî nedan xizm û malbatên wan jî. Em bi riya cîranan hîn bûn ku hatine binçavkirin. Nûçegihanê me Alî Demîrcî yê hemwelatiyê Elmanya û Tirkiyeyê ku ji bo ziyareta malbatê hatibû wî jî binçav kirin. Em der barê dosyeyê de ji ber biryara ‘nepen’ danîne ser dosyeyê nikarin agahiyên berfireh hîn bibin. Her çiqas em ji van operasyonan ne tirsiyan û me gel agahdar kir jî, lê AKP’ê dev ji van operasyonên xwe têkçûyî bernade. Çunkî ji pênûsên azad dinivîsinin ditirse.”    ‘NÛÇEGIHANÊ ME BI DERPKIRINÊ BINÇAV KIRIN’    Okatan bibîr xist ku ji 7’ê Hezîranê vir ve gelek rojname, ajans, televîzyon û radyo hatin girtin û nûçegihanê wan Omer Akin ê li Kadikoyê nûçe dişopand bi derpkirinê hatibû binçavkirin û hêj di binçavan de tê ragirtin.    ‘EM SERÎ NATEWÎNIN’    Okatan bal kiş zextên li ser ETHA û xebatkarên wê û got: ““Çawa ku me ji desthilatdariyên beriya AKP’ê re bîat nekir, em ê ji AKP’ê re jî nekin.”