Li dijî OHAL’ê di 1’ê Gulanê de dê li qadan bin 2018-04-14 10:40:40 ENQERE - Karker û kedkar, ligel hemû şert û mercên OHAL’ê jî dê di 1’ê Gulanê de li qadan bin. Hevseroka Giştî ya KESK’ê Aysun Gezen, diyar kir ku hikûmeta AKP’ê ji bo sermayedariya xwe mûdaxileyî qada kedê dike. Ji roja OHAL li Tirkiyeyê hatî îlankirin û vir ve li dijî jiyana xebata karker û kedkaran gelek guhertin hatin çêkirin. Di pêvjoy a OAHL’ê de herî zêde xebata karker û kedkaran hat nîqaş kirin û asteng kirin. Karker û kedkar dê li dijî  diziya maf û astengkirina xebatan ên di OHAL’ê pêş ketin, di 1’ê Gulanê de li qadan bin û bertek nîşan bidin.    DI SALÊN OHALÊ DE CÎNAYETÊN KAR REKOR ŞIKAND   Di sala 2017’an de herî zêde karker bûn qûrbanê cînayetên kar. Ji roja AKP bû dest hilatdar û vir ve di di mehên destpêkê yên sala 2002’an de 146 karkeran, di sala 2003’an de 811 karkeran, di sala 2004’an de 843 karkeran, di sala 2005’an de hezar û 96 karkeran, di sala 2006’an de hezar û 601 karkeran, di sala 2007’an de hezar û 44 karkeran, di sala 2008’an de 866 karkeran, di sala 2009’an de hezar û 171 karkeran, di sala 2010’an de hezar û 454 karkeran, di sala 2011’an de hezar û 710 karkeran, di sala 2012’an de 878 karkeran, di sala 2013’an de hezar û 235 karkeran, di sala 2014’an de hezar û 886 karkeran, di sala 2015’an de hezar û 730 karkeran, di sala 2016’an de hezar û 929 karkeran û di sala 2017’an de jî 2 hezar û 6 karkeran jiyana xwe ji dest dan.     107 KARKER JI KAR HATIN AVÊTIN    Di di dema OHAL’ê bi biryarên KHK’ê 107 hezar karker bi hincetên cûda ji kar hatin avêtin. Cardin desthilatdariyê dibin navê “Mîzgîniya kadrotiyê de” bi hinceta “lêpirsîna ewlekariyê” heya niha nêzî 5 hezar karker ji kar avêtin.    Karkerê di înşaatê de dixebitî Sitkî  Aydin di 12’ê Çileya 2018’an de ji ber nekarî “Debara xwe bike” li ser Meclîsê agir berda bedena xwe. Carin li Balîkesîrê welatiyê binavê M.B. ê ket bin deynan de li ber şaredariyên Altieylul û Karesî daxwaz kar. Her du şaredariyan jî kar nedan M.B. û M.B li ser şaredariyê agir berda  bedena xwe.    ‘LI DIJÎ KEDXARIYÊ EMÊ BIHERIKIN QADAN'   Hevseroka Giştî ya KESK’ê Aysun Gezen, derbarê qeza û cînayetên karkeran ên di dema OHAL’ê rû dan axivî û wiha got: “Li Tirkiyeyê zext û êrîşên mezin li ser karker û kedkaran hene. Li dijî van hemûyan emê dakevin qadan. Hikûmeta AKP’ê ji bo sermayedariya xwe xurt bike mûdaxileyî qadên kedê û karkeran dike. Em ê di 1’ê Gulanê de li dijî OHAL, bêkarî, ji kar avêtin, cînayetên kar û dizaya kar li qadan bin. Li dijî kedxariya karker û kedkaran em bang li hemû karkeran dikin k udi 1’ê Gulanê de li qadan bin.”   MA / Selman Guzelyuz