Xwendekarê rojnamegeriyê yê Bangladeşî: Ferqa Bangladeş û Tirkiyeyê ji hev nîne 2018-04-14 10:09:48 ÎZMÎR – Shabbîr Ahmad ji bo xwendinê ji Bangladeşê  hat Tirkiyeyê. Ahmad diyar kir ku çapemeniya Bangladeşê bi temamî di bin tekela dewletê de ye û li Tirkiyeyê jî dixwazin çapemeniyê bînin heman rewşê.  Li Tirkiyeyê çapemeniya azadiya ji ber pêkanînên Rewşa Awarte (OHAL) dema herî xerab dijî. Piştî firotina Koma Medya Doganê, bi bayê bezê qeyûm tayînî rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî hat kirin. Li gorî rapora Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad li Tirkiyeyê 195 rojnameger girtî ne. Li Tirkiyeyê girtina rojnamegeran qet ji rojevê nakeve û her ku diçe zextên li ser çapameniyê zêde dibin. Li gorî rapora Rojnamegerên Sînornenas ên Navnetewî (RSF) ya di 25’ê cotmeha 2016’an de weşand ji nav 139 welatan di rêza azadiya çapemeniya cîhanê de Tirkiye di rêza 100’emîn de ye. Bangladeş gorî rêza azadiya çapemeniyê li pişt Tirkiyeyê tê û di rêza 118’emîn de cih digire.    ‘TIRKIYE JI BANGLADEŞÊ NE PÊŞKETÎTIR E’    Shabbîr Ahmad ê ji Bangladeşê du sal berê ji bo li Tirkiyeyê bixwîne derket rê û hat. Ahmad li ser nerîna şert û mercên Tirkiyeyê dê ji Bangladeşê baştir bin hat Tirkiyeyê. Ahmad li Beşa Rojnamegeriya Fakûlteya Ragihandinê ya Zanîngeha Egeyê ya Îzmîrê xwendekarê sala duyemîn e. Ahmad diyar kir ku bendewariyên wî ku li Bangladeşê difikirî li Tirkiyeyê derneketin û got: “Di warê azadiya çapemeniyê de ez difikirim ku Bangladeş di cîhanê de welatê herî xerab e. Lê li Tirkiyeyê jî heman rewş heye û ji Bangladeşê ne pêşketîtir e.”    'QEY MIN DIGOT WELATÊ HERÎ XERAB BANGLADEŞ E’    Ahmad anî ziman ku ji zarokatiyê ve xeyala wî bû li derveyî welat bixwîne û wiha got: “Fikra min a ku hatim Tirkiyeyê tenê ew bû ku perwerdehiyêk baş bibînim. Beriya ez bêm Tirkiyeyê min digot ku niha rêveberiya dewletê û pêşketina welat di astek baş de ye. Lê Tirkiye ji Bangladeşê jî xerabtir e. Bangladeş welatek ne baş e û rêveberiya dewletê xerab e. Min digot di cîhanê de welatê herî xerab Bangladeş e, lê tu ferqa wê û Tirkiyeyê ji hev nîne. Li vir gelek netew û çandên cuda hene. Min fêm kir ku Tirkiye welatek serbixwe nîne. Min fêm kir ku xûrtbûna welatê Tirkiyeyê tenê li ser pişta leşkeriyê ye.”    'FERQA BANGLADEŞ Û TIRKIYEYÊ JI HEV NÎNE’    Ahmad destnîşan kir ku li Bangladeşê çapemenî bi temamî di bin tekela dewletê de ye û wiha dewam kir: “Li bangladeşê çapemeniya muxalîf nîne. Li Tirkiyeyê jî dixwazin çapameniyê bînin heman rewşê. Gelek rojnamegerên bi nav û deng û baş niha ji ber zextan neçar in li derveyî Tirkiyeyê bijîn. Li Bangladeşê jî midûrên weşanê, rojnameger tên girtin û binçavkirin. Ajans û rojname tên girtin. Li Tirkiyeyê jî heman tablo heye. Li Tirkiyeyê rojnamegerên baş, muxalîf û îdealîst gelek hindik man. Ev rewşek mirov xemgîn dike. Piştî ez mezûn bibim û biçim Bangladeşê, ez ê ji sansûra çapemeniyê ya Tirkiyeyê ders derbixim û hewl bidim çapemeniya welatê xwe hin baştir bikim.”    MA / Haci Soylemez