Pêzan û rapora wî ya 'ramanên romantîk' 2018-04-14 09:18:41 STENBOL- Dadgehê ji bo tespîta teknîkî ya daxuyaniyeke hat dayîn, da hîn bibe ka tevlîbûn çêbûye yan na, dîmenên kamerayê ji danezan re şand. Lê belê dadgehê pênaseyên siyasî û nirxandinên çewt kir. Di 13'ê Hezîrana 2015'an de komek endamên Eniya Gel (Halk Cephesi) li Qada Galatasarayê ya li Taksîmê hatin gel hev û xwestin di çarçoveya "Kampanyaya Edaletê" de daxuyaniyê bidin. Polîsên ku destûr nedan daxuyaniyê, mudaxileyî komê kirin û 30 kes binçav kirin. Piştî karên binçavkirinê bi tawanbariya "Endamtiya rêxistinê" û "Propagandaya rêxistinê" Dadgeha Cezayê Giran a 13'an a Stenbolê doz li kesên hatin binçav kirin vekir.    Doza hat kirin hîn didome. Lê belê dadgehê dîmenên di dema daxuyaniya çapemeniyê de ji danezan re şand. Danezan piştî raçavkirina dîmenan raporeke 25 rûpelî amade kir û berpêşî dadgehê kir. Lê belê di raporê de, der barê 30 kesên hatin binçavkirin de şîrove û tawsiyeyên acêb cih girtin.    Di raporê de wiha hat gotin: "Ciwan ji bo wateyekê li jiyana xwe bar bikin li tiştên cuda digerin. Ev gerîna wan berpirisyariya li hemberî malbatê di xwe de nahebîne û dibe sedem ku nêrîna wan a dîtina bûyeran lawaz e û ev tişt wan dike hedefa rêxistinên terorî. Hatiye dîtin ku rêxistinên çepgir ên radîkal, xwedî li nirxên wekî wekhevî, azadî û edaletê derdikevin lê belê beriya her tiştî ew bi xwe naxwazin ev tişt pêk bên û pergalên siyasî yên xeyalî diparêzin. Bi vî terhê vegotinê tim xwe wekî mexdûran nîşan didin û bûyeran ajîte dikin û bi vî awayî derfetan peyda dikin."    Di berdewamiya raporê de danezan nêrîna ciwanan a ji bo jiyanê wekî "ramanên romantîk" pênase kir û ev tişt hatin gotin: "Rêxistin tim rewşa mexdûriyetê destnîşan dikin û vê yekê bi ramanên romantîk ji bo ciwanan dikin tiştekî efsûnî û li wan hêrs û xemgîniyê peyda dikin. Her wiha bi vî awayî wekî ku ew nebin wê li hemberî vê pergala neheqiyê bêçare bimînin jî li wan peyda dikin. Bi vî awayî mirovên ku destpêkê sempatîzanê fikrekî ne, paşê bi temamî kontrola xwe ya jiyanê winda dikin û dibin mirovên dozê. Ji bo mirovên dozê êdî tu qîmeteke heqî û neheqiyê tune ye. Her çend bi peyvên entelektuelî nîqaşan bikin jî, nêrîna wan êdî daketiye asta 'ên ji me' û 'yên ne ji me.' Heta êdî ji ber ku fikrên wan ne yek e, bi çavê dijminan li hevalê xwe yê dibistanê, kekê xwe yê esnaf dinere."    Her wiha di raporê de ev tişt jî hat gotin: "Qaşo li azadiyê digerin, lê jiyana wan diçe. Wekhevî jî tenê di darbestan an jî li pişt caxan e. Endamên rêxistinê yên gotinên romantîk ên wekî azadî, wekhevî dikin û dibin dozdarê sosyalîzmê, eger zanibin çavkaniya hewcedar ji aliyê dewletên ku dijminên sosyalîzmê ne pêk tên, wê bibînin ku doza ku ji bo wê têdikoşin çi qasî eletewş û nakokiyî ye."    Kesê ku vê rapora ku tiştên ecêb tê de cih digirin amade kiriye, Huseyîn Emre Ozverîmlî ye ku di sala 2017'an de di Lîsteya Danezanî ya Ceza ya Serokatiya Komîsyona Edaletê ya Dadgeha Dereceya Ewil a Daraza Edlî ya Wezareta Edaletê. Ozverîmlî di lîsteyê de di rêza 1991'ê de ye û pîşeya wî endezyartiya kompîturan e.    Ozverîmlî endezyarê kompîturan e, lê belê analîzên siyasî kiriye.    MA / Yasin Kobulan