DMME'yê Tirkiyeyê mehkûm kir, lê 13 salin hêj Tirkiyeyê biryar nedaye 2018-04-14 09:16:13 WAN - Di sala 1995'an de li Colemêrgê Recep Kûrt û Kerîm Încîn di operasyona leşkerî de hatibûn kuştin. Der barê vê bûyerê de DMME cezayê tazmînatê li Tirkiyeyê birîbû. Li gel van tiştan jî, doza ku 13 salin li Tirkiyeyê didome hîn jî bi encam nebûye.  Di sala 1995'an de leşkeran avêt ser gundê Kelêtanê yê girêdayî navenda Colemêrgê û bi îdiaya "Alîkariya PKK'ê kirine" Recep Kûrt û Kerîm Încîn binçav kiribûn. Hatibû diyarkirin ku Kûrt û Încîn li herêma operasyonê ji aliyê Fermandarê Qereqola Rondikê Yûnûs Karaca û Çawîşê Pispor Îbrahîm ve hatibûn kuştin.    Malbatên Kûrt û Încîn di sala 2005'an de gilî kirin û li ser vê Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê serî li îfadeya zêdeyî 150 şahidî dabû. Di danişîna 27'ê Mijdara 2014'an de Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê der barê Karaca de biryara beraetê dabû. Piştî biryara beraetê parêzerê malbatê Cemal Demîr di sala 2014'an de dosye ji temyîzê re şand û li ser vê dadgeha Bilind biryar xera kir û biyar dabû ku doz ji nû ve pêk bê. Danişîna ewil a doza ku ji nû ve pêk hat di 27'ê Sibata 2018'an de li Dadgeha Cezayê Giran a 1'an a Colemêrgê pêk hat. Ji bo şahid ji nû ve bên guhdarîkirin, doz taloqî 17'ê Gulana 2018'an hat kirin.    DMME CEZAYÊ TAZMÎNATÊ LI TIRKIYEYÊ BIRΠ   Hevjîna Kerîm Încîn, Habîbe Încîn, diya wî Halîma Încîn, zarokên wî Veysî, Saniye, Fevzî, Farûk, Hazim û Hatîce Încîn û xwişk û birayên wî Hedîce, Sabriye, Delîla, Dogîla, Reşît, Nûrî û Abdûllah Încîn serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dan û DMME'yê der barê serlêdana wan de biryar da. DMME'yê destnîşan kir ku di lêpirsîn û dozê de mafê jiyanê hatiye binpêkirin û cezayê tazmînatê li Tirkiyeyê birî. DMME'yê xwest Tirkiye bi giştî 16 hezar û 800 Euro bide hevjîn û zarokên Kerîm Încîn û 3 hezar û 200 Euro jî tazmînata manewî bide.    Parêzer Cemal Demîr biryara DMM'yê nirxand û got ji ber ku daraz bêyî dilê xwe bû û ne karîger bû, wan jî serî li DMME'yê da. Demîr, diyar kir ku dema wan biryara hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê bi DMME'yê re parve kiriye, DMME demildest biryara binpêkirinê daye û Tirkiye hatiye mehkûmkirin.    MA / Mahmut Ruvanas