Li Çelê bi dehan baregehên leşkerî hatin çêkirin: Êdî bêhna me dernayê 2018-04-14 09:14:09 COLEMÊRG - Li Çelê, di du salên dawî de bi dehan baragehên leşkerî hatin avakirin. Hema bêje li her gundê noqteyeke kontrolê hatiye çêkirin. Şêniyên Çelê bi lêv kirin ku ev rewş veguheriye eziyetê û got: "Êdî ji ber qereqol û binkeyan em nikarin bêhnê bistînin."  Li Colemêrgê gelek dever wekî "Herêma Ewlehiya Taybet" tên îlankirin û ji bo jiyana sivîl tên girtin. Li gel vê li têketina her gundî jî noqteyên kontrolê hatina çêkirin. Di 2 salên dawî de di navbera Colemêrg û Çelê de gelek binkeyên (Barageh) leşkerî hatina avakirin. Hat diyarkirin ku dê Îdareya Taybet a Bajêr ji bo 23 binkeyên leşkerî yên nû îhaleyan bide destpêkirin. Li Çiyayê Meskenê, di sala 2014'an de dest bi çêkirina qereqol û binkeya leşkerî hatibû kirin, ligel hemû bertekan jî qereqol û binke hatin temamkirin. Her wiha girêdayî heman qereqolê li gelek gundan jî noqteyên kontrolê hatin avakirin. Di sala 2016'an de li gundê Kavakliyê jî hîmê binkeya leşkerî hat avêtin û çêkirina wê hîn jî didome. Li ser pira Şînê jî noqteya leşkerî hatiye çêkirin. Di salên dawî de li gundê Ogûl û Uzumcuyê yên 16 kîlometre dûrî navendê ne noqteyên kontrolê hatin çêkirin û sala çûyîn li gundê Geçîmliyê jî hîmê binkeya leşkerî hat avêtin. Ji ber çêkirina binkeyê qada ku gundî lê heywanên xwe diçêrandin hat qedexekirin û di dema çêkirina binkeyê de gelek dar hatin jêkirin.    Li gundê Aşût ê Çelê ku li ser sînorê Iraqê ye, du binkeyên leşkerî tên çêkirin û ji ber vê gelek qadên van gundan ji bo çûnhatina mirovan hatine qedexekirin. Li gundê Zawîtê jî binkeya leşkerî tê çêkirin û li gundê Deştanê ku berê li ser girê Girê Hindîreşê du binke hatibûn çêkirin, niha 2 binkeyên leşkerî yên din jî tên çêkirin.    'EDÎ EM BÊHNÊ NASTÎNIN'    Hamdullah Keskin bi lêv kir ku li ser her gir û çiyayên Colemêrgê qereqol hatine çêkirin û bi vî awayî Çelê veguherandine girtîgeheke vekirî. Keskîn, destnîşan kir ku êdî ev rewş nayê kişandin û got: "Em nikarin gavekê bavêjin derî Çelê. Her der hatiye qedexekirin. Ez li gund dijîm, lê êdî gundên me jî ne wekî berê ne. Ji bo çi evqas qereqol tên çêkirin? Em ê têkevin şer? Em dibêjin aştî, lê li her derê me qereqolan çêdikin. Êdî hizûr ji me re nema. Nemaze jî qedexeyên bi Rewşa Awarte re tên dayîn em bêzar dikin. Hele binerin li ser her girî qereqol hene. Wê ev heta kuderê wisa dewam bike. Mirov dixwazin erdê xwe bajon, di nav aramiyê de bijîn. Ev qedexe nêvengeke aramiyê peyda nakin."