Encamên Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî ya Yekemîn aşkere bûn 2018-04-13 20:40:19   AMED - Encamên Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî ya Yekemîn aşkere bûn. Di pêşbaziyê de, di warê romanê de berhema nivîskar Nûdem Hezex, di warê çîrokê de berhema Rehmî Kurdziman û di warê helbestê de jî berhema Rizgar Elegez hêjayî xelatê hatin dîtin.     Encamên Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî ya Yekemîn a ji aliyê pirtukakurdi.com û piştevaniya Kovara Derwaze, Zarema, Ewro û Wêje û Rexneyê de hat lidarxistin aşkere bûn. Di pêşbirka yekemîn ku bi amadekariya Ahmet Kirkan, Dawid Yeşîlmen û Bawer Berşev de hat lidarxistin de, di warê helbestê, roman û çîrokê de herkê berhemek hêjayî xelatê hatin dîtin. Di pêşbirka ewil a Xelat Wêjeyê ya Ehmedê Xanî de di warê helbestê de berhema "Havîna li Serfêza Behrê" ya Rizgar Elegez, di warê çîrokê de berhema "Guleyşa" ya Rehmî Kurdziman û di warê romanê de jî berhema "Bîr" ya nivîskar Nûdem Hezex hejayî xelatê hate dîtin. Her wiha ji aliyê rêveberiya pêşbirkê ve hat diyarkirin ku di beşa Kirmanckî ya pêşbirkê de tu berhem hêjayî xelatê nehatine dîtin.     Rêveberiya pêşbirkê encamên daxuyaniyê bi awayekî nivîskî bi raya giştî ya wejeya kurdî re parve kir. Di daxuyaniyê de rêveberiyê û koma amadekar a pêşbirkê spasiya hemû kesên beşdarvan û juriyan kir û wiha got:       "Îsal, ji bo cara yekemîn bi minasebeta piştgirî û pêşvebirina wêjeya kurdî û vejandina eleqeya li serê, bi fînansekirina www.pirtukakurdi.com û Weşanên Dara û herweha kovarên Derwaze, Ewro, Wêje û Rexne û Zaremayê û bi hevkariya mamoste û dostên qedirbilind ku xwe dane ber karê xwendin û nirxandina bi dehan berheman, me Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî di cureyên roman, çîrok û helbestê de li dar xist.       Di encamê de, em pir bextewar bûn ku eleqeyeke mezin hebû û berhemên ji hev çêtir derketine nav kelepora wêjeya kurdî û me dengên nû bihîstin.  di dawiyê de hilbijartina berhema herî baş pir zehmet bû jî mixabin di ruhê pêşbaziyan de armanca hilbijartina yekemînîyê heye û ji bo geşedana wêjeya kurdî, me pêwistî pê dît ku em berhema yekemîn hilbijêrin. Lê ev nayê wê wateyê ku berhemên din ne hêjayî xelatdan, pesindan an çapkirinê bûn.          Di beşa berhemên Kirmanckî de mixabin encameke ku em pê xemgîn bûn derket. Herçiqasî di zaravayê Kurmancî de gelek berhem hebin jî, heman eleqe di ji bo zaravayê Kirmanckî de tunebû û di encama raporên juriyê de, mixabin tu berhemên hêjayî xelatdayînê derneketin. Lê di sala bê de, ji bo geşedan û xurtkirina berhemên bi vî zaravayê li ber dilê me şîrîn, Kirmanckî, çi pêwist be, em ê bikin.       Encama Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî- Zaravayê Kurmancî:      1. Di cureya helbestê de berhema bi navê Havîna li Serfêza Behrê ya Rizgar Elegez,     2. Di cureya çîrokê de berhema bi navê Guleyşa ya Rehmî Kurdziman û     3. Di cureya romanê de jî berhema bi navê Bîr ya Nûdem Hezex hejayî xelatê hate dîtin.     Merasîma xelatdayînê wê di meha îlonê 2018an de, di fuara pirtukan ya Tuyapê de bê dayîn."