Li Efrinê Kurdî rakirin erebî û tirkî danîn 2018-04-13 19:20:21   EFRÎN - Şer û operasyona TSK û OSO ya li Efrînê di roja 83'an de berdewam dike. Piştî ku bajar vala bû û OSO  li Efrînê bi cih bû, niha jî dest bi guhertina navên li ser tabelayan kirin. TSK û OSO taleyeya Nexweşxaneya Afrînê rakirin û li şûna wê bi tirkî û erebî navê "Nexweşxaneya Efrînê nivîsandin.    Tirkiye li dijî Efrînê di 20'ê Çile de şerê bejayî û hewayî dabû destpêkirin. Şerê Tirkiye yê bi destê OSO û TSK'ê di roja 83'an de berdewam dike. Piştî ku bajar vala bû û OSO  li Efrînê bi cih bû, niha jî dest bi guhertina navên li ser tabelayan kirin. TSK û OSO taleyeya Nexweşxaneya Afrînê rakirin û li şûna wê bi tirkî û erebî navê "Nexweşxaneya Efrînê nivîsandin. Li ser nexweşxaneya Afrînê bi tirkî "Afrîn Hastahanesî" nivîsandin.