Dermankirina Sûaviyê biçûk didome 2018-04-13 16:28:25   ŞIRNEX – Dermankirina Sûavî yê 4 salî ku bi dayîka xwe re polîsan maşîneya zirxî li wan qeliband û lingê wî yê çepê hat jêkirin li Konyayê didome.    Li taxa Yenîşehîra Silopiya Şirnexê di 7’ê nîsanê de li ser Kolana Nexweşxaneyê polîsan maşîneya zirxî li Nesrîn Kiliç û kurê wê yê 4 salî Sûavî qelibandibû û ew birîndar kiribûn. Piştî bûyerê dayik Kiliç rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Silopî û ji nexweşxaneyê hatibû derxistin.    Sûavî yê biçûk jî ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Konyayê hatibû kirin. Li nexweşxaneyê lingê çepê yê Sûavî jê kiribûn û dermankirina wî li Konyayê didome. Sûavî hêj li beşa lezgîn ya nexweşxaneyê tê razandin û hat zanîn ku li ser hişê xwe ye. Hat hînbûn ku dê Sûavî piştî unîteya lezgîn dê sewqî Beşa Ortopediyê bikin.