Dr. Şêx Îsa: Em ‘meclîsa xayîna’ û çeteyên siyasî nas nakin 2018-04-13 12:58:29   ŞEHBA - Hevserokê Kantona Efrînê Dr. Osman Şêx Îsa nerazîbûn nîşanî "Meclîsa" ji 20 kesan pêk tê û Tirkiye ji bo Efrînê avakirî da û got: “Tu ferqa çeteyên bi çek û çeteyên siyasî nîne.”   Dagirkeriya Tirkiye ya Efrînê ya bi destê OSO û TSK di roja 83'an de berdewam dike. Piştî Tirkiye Efrîn dagir kir û Efrîn vala bû, bêyî vînagel nas bike bi destê Tirkiye meclîsa Efrînê hat avakirin. Hevserokê Kantona Efrînê Dr. Osman Şêx Îsa bi Nûçegîhanên Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) Ersîn Çaksu û Hîvda Hebûn re der barê meclîsê de agahî parve kirin. Pêkhatiya ku beriya niha ji aliyê MÎT’ê ve hatibû avakirin û ji aliyê welatiyên Efrînê ve weke ‘Meclîsa Xayînan’ hatibû rojevê û pênasekirin. Hevserok Kantona Efrînê Dr. Osman Şêx Îsa nerazîbûn nîşanî vê meclîsê da. Dr. Osman Şêx Îsa yê têkildarî meclîsa dewleta Tirk ji 20 kesan avakirî got: “Ji bo me ti ferqa çeteyên bi çek û çeteyên siyasî nîne.” Şêx Îsa anî ziman ku gelê Efrînê meclîsa mijara gotinê qet erê nakin û heta çeteyên li peywan bişkîne wê têkoşînê bike.   Şêx Îsa wiha got: “Ji xwe rêveberiyên rewa û meşrû yên Efrînê hene û bi gel re ne. Em vê meclîsê red dikin. Ji ber ku hevalbendên dagirkerên Efrînê ne. Li gel çeteyên Efrînê bombe dikin in. Ev kesane destekê didin çeteyên gelê Efrînê qetil dikirine. Em wan weke nûnerên gelên Efrînê nabînin. Tu kes jî wisa nabîne.”   Dr. Osman Şêx Îsa got: “Tu cihê wan çetan li Efîrnê nîne. Çi dibe leşker, çi siyasî , çi dîplomasî cih wan çetan li Efrînê nîne. Di nava wan de ti ferq nîne. Yên ku qirkirina Kurdan erê kirin, ên ew erê kirin nabin nûnerên vî gelî. Ew rêveberên sîxûriya Tirk in. Yên ku bi dolarên Tirkiyeyê hatine kirînin. Kesên ku gel firotine dolaran in. Heta ku ew çete û dewleta Tirk ji Efrînê bên derxistin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Hem di hundir û hem jî ji derve de ji bo van çetan û xwediyê wan der bixin, em ê li her qadê li gel gelê xwe têkoşînê bikin.”   Îro ji aliyê ajansa fermî ya rejîma Tirk ve hate ragihandin ku meclîseke dagirkeriyê ya ji 20 kesan hatiye avakirin. Li gorî nûçeya hatî parvekirin “11 jê Kurd, 8 Ereb, 1 Tirkmen” bi giştî meclîseke ji 20 kesan di bin serokatiya Zuheyîr Haydar ê çete ve hatiye avakirin   Zuheyr Haydar ê ji ajansa Tirk re axivî anî ziman ku ‘meclîsa’ hatî avakirin di bin sêwana Koalîsyona Netewî ya Hêzên Şoreşger û Muxalîfa Sûriyeyê ve hatiye avakirin û wê girêdayî meclîsa herêmî ya Helebê ve girêdayî be.